Erdogan Sîyaseta Amerîka û Rûsya li Sûrîyê Rexne Dike

Turkish President Recep Taip Erdogan and Prime minister Edi Rama in Albania

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro Sêşemê piştî serdana xwe ya Albanya (Arnavutluk) daxuyanî da rojnamevanan û pirsên wan bersivand.

Erdogan dîyar kir ku wan bi serokwezîrê Albanyayê Edî Rama re hevdîtinên berhemdar pêk anîne.

Herwiha, wî jiber desketînên bi saya peywendîyên dualî yên salên dawî de, kêfxweşîya xwe anî ziman.

Erdogan da zanîn ku wan mijarên herêmî yên di rojeva hevpar ya her du welatan de ne gotûbêj kirine

" Me wek du hevalbendên NATO'yê geşedanên ewlehîyê nirxand. Me gavên bo peydakirina pêwîstîyên Albanya yên pîşesazîya berevanîyê nîqaş kirin, " Erdogan got.

Wî destnîşan kir ku wan bi Serokwezîr Edî Rama re, hebûna FETO ya li Albanyayê re jî nirxandine.

Erdogan dîyar kir ku her du welatan 7 peymanên hevkarîyê îmza kirine.

Serok Erdogan di derbarê rewşa li Sûrîyê de jî peyivî û got ku li wir bingehên Amerîka û Rûsyayê hene û herwiha rexistinên terorê hene ku ji Amerîkayê piştgirîyeke cidî werdigirin û ev hîn jî didome.

Wî anî ziman ku ew nikarin mîna ku ev tişt tuneye, tevbigerin.

"Me ev yek di tevahîya hevdîtinên xwe yên bi Biden, bi Trump û her wiha yên re bi Obama re de got. Min her tim ji hemûyan re got ku 'hûn piştgirîyê didin rêxistinên terorê'. Wan bi hezaran kamyon çek, cebilxane û her cure piştgirîya cidî dan rêxistinên terorîst yên li başûr û bakurê rojhilatê me yê Sûrîyê . Hevdem, wek hêzên Koalîsyonê li Îraqê û li Sûrîyê ev kiryarana kirin û heta niha jî berdewam dikin, " Erdogan got.

Erdogan bi berdewamî anî ziman ku Amerîka radigihîne ku ew vekişîyane, vedikişin û dibêje ku ew li Sûrîyê piştgirîyê nadin rêxistinên terorîst, lê helbet ew rast napeyivin.

Ji alîyê din ve Erdogan helwesta Rûsya ya li Sûrîyê jî rexne kir.

Erdogan ragihand ku Rûsya jî ji Sûrîyê venakişe û ger Rûsya piştgirîyê nedaba, niha Esed nikare li ber xwe bide.

" Esad niha bi piştgirîya ku ji Rûsyayê distîne, radiweste. Herwiha, eşkere ye ku piştgirîya Îranê heye. Hêviya me ewe ku di zûtirîn dem de aştî û aramî li herêmê pêk were û emê bi vî awayî ji wan rizgar bibin," Erdogan got.

Herwiha, Erdogan pirsên di derbarê rojeva navxwe ya Tirkîyê jî bersivand.

Wî, bersîva pirsekî ser helwesta opozîsyona Tirkîyê ya bo rakirina parêzbendîya parlementera HDP'ê Semra Guzel de, da.

Erdogan destnîşan kir ku ew helwesta xwe li gor opozîsyonê dîyar nakin û wek Îtifaqa Gel (AKP-MHP) heya niha helwesta wan eşkere ye.

" Min di derbarê vê jina ku qaşo parlementere daxuyanîya ragihand. Birêz Devlet (Bahçelî) jî bi heman rengî kir. Bo me lekeyeke reş e ku di parlementoya me de kesek wiha qaşo parlementer e, hebe. Bê guman pêdivî ye ku parêzbendîya vê demûdest were rakirin. Piştî ku parêzbendîya vê were rakirin, rêka darizandinê tê vekirin. Emê vê mijarê bi taybetî bişopînin, " Erdogan got.

Erdogan bi berdewamî da zanîn ku ji xeynî vê, nêzî 15 fezleke hene ku niha amade ne û ew niha mîna Îtifaqa Gel li pey wan in ku parêzbendîya wan were rakirin û rêka li ber darizandinê vebe.

" Haya me ji hesasîyetên welatîyên me yên di vî warî de heye. Bêguman em naxwazin parlamentoya me bi terorê re têkildar be," Erdogan got.