Êrîşa Çekdar ya li Hewlêrê bi Dawî Hat, Kurd ji DAIŞ'ê Guman Dikin

Hêzên ewlekarî yên Kurd radigihînin ku wan êrîşvanên ku avêtibûn ser avahîya walîtîya Hewlêrê hatine kuştin û guman heye ku ew endamên Dewleta Îslamî (DAIŞ) ne.

Êrîşvanên ku bi dabançe, tivingên AK-47 û bombeyên destan JI derîyê serekî û derîyekî din ketin nav avahîyê.

Cîgirê walîyê Hewlêrê Tahir Abdullah ji Reuters'ê re got ku çekdaran di dora demjimêr 8'an de ketin nav avahîyê û dest bi gule barandinê kirin.

“Piştî ku wan qata sêyê kontrol kir û jimareke kesên wê derê dîl girtin, diruşma “Allahu Akbar” qerîyan û du ji wan êrîşên xwekujî pêk anîn.

Li gor vekolînên pêşîn, karmendekî hikûmetê hate kuştin, 2 polîs birîndar bûn.

“Em bawer dikin ku êrîşvan endamên Dewleta Îslamî ne jiber ku taktîkên wan ya ketina nav avahîyê, dişibe taktîkên DAIŞ'ê e,” Abdullah got.