Di Roja Navnetewî ya Tunekirina Xizanîyê (International Day for the Eradication of Poverty) de, ku dikeve 17’ê Cotmehê, hîn jî piranîya gelê Sûrîyê bin asta hejarîyê de dijîn û bi mîlyonan kes bi nebûna ewlekarîya xwarinê re rûbirû ne.
Aborîzan Xorşîd Elîka ji Dengê Amerîka re dîyar dike ku 12 sal in şer li Sûrîyê berdewam dike, zarareke mezin gihandîye aborîyê û derfetên jîyanê teng kiriye.
Elîka da zanîn ku ji % 90 gelê Sûrîyê di bin asta xizanîyê de dijîn çimkî dahata malbatê têra pêdivîyên wê yên serekî nake.
Ew dîyar dike pêdivîya malbateke 5 kesî îro herî kêm bi 4 mîlyon û 600 hezar lîrayên Sûrî heye, herwiha jibo asta navîn 7 mîlyon lîra divên ku malbat normal bijî.
“Lê, li beramberî nirxê dahatê her roj dadikeve, li cem rejîmê karmend 20 – 40 dolaran werdigire, herwiha li cem Rêvebirîya Xweser her çiqas hin mûçe digihêjin 600 dolar lê di asta navîn de tenê 75 – 80 dolaran werdigirin.”
Ajansên Neteweyên Yekbûyî dîyar dikin ku pirtir ji 12 mîlyon kes anku nîvê şênîya Sûrîyê rûbirûyî nebûna ewlekarîya xwarinê dibin.
Li gor pisporan, rewşa ewlekarîya xwarinê li herêmên Rêvebirîya Xweser jî pirtir ji yên jêr destê rejîma Sûrî ne cuda ye.
Endazyarê çandinîyê Îsa Şêx Îsa dibêje ku ewlekarîya xwarinê li herêmê lawaz e û xwetêrkirin tam peyda nebûye.
“Êrîşên berdewam yên dewleta Tirk dihêle ku zevîyên fireh derkevin derveyî planên çandinîyê, hewrwiha mayîn û bermahîyên şerê li dijî terorê zarar gihandiye zevî, baxçe û projeyên avdanê.”
Şêx Îsa herwiha bal dikşîne hin sedemên din jî. “Hişkesalî û krîza avê jiber girtina Tirkîyê ji ava çemê Feratê re bandor li berhemanînê kiriye, herwiha kêmahîyên piştgirîya Rêvebirîya Xweser jibo çandinîyê jî hene”.
Hêjayî bîrxistinê ye ku herêmên Rêvebirîya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi zengînîya çavkanîyên aborî navdar e.
Çandinî jêdera serekî ya debara jîyana gel e ku berhema genim îsal 1 mîlyon û 300 hezar ton bû û ev bi qasî xwetêrkirina du salan dike.
Herwiha pêzanînên aborî dîyar dikin ku karîna berhema petrolê 350 hezar bermîl rojane ye, lê halê hazir ew ji 100 hezar bermîlî derbaz nake.
Rêvebirîya Xweser dîyar dike ku ji % 40 ji budceya giştî jibo piştevanîya buhayên nan û şewitê tê xerc kirin.
Aborîzan Xorşîd Elîka behsa astengîyên li hember Rêvebirîya Xweser jibo geşkirina aborî û bidawîkirina xizanîyê dike û tunebûna naskirina sîyasî li hember pêşxistina aborî wek rêgirîyekê dibîne.
“Hilberîna baş jibo çavkanîyên aborî bi taybet petrolê pêdivîya wê bi alav û teknolojîyê heye. Jibo reform û bilindkirina berhemê, ev yek derbazdarî pêdivîyên sektora çandinîyê ye jî, lê gefên ewlekarî û êrîşên Tirkî li ser binesazîyê dibe astengî ku Rêvebirîya Xweser bikaribe dahata xwe baş bike”, Elîka dibêje.
Li gor raportên aborî, piştî 12 salan ji şer, berhema giştî ya Sûrîyê (GDP) ji 60 mîlyar dolaran daketiye kêmtirî 20 mîlyaran û herwiha nirxê lîrayê nizimtir bûye, loma krîza aborî kûrtir dibe û karîna kirînê li cem gel lawaztir dibe.
Your browser doesn’t support HTML5