Parlamana Ewrupa Dibêje Tirkîye bi Rewşa Niha Nikare Dest bi Danûstandinên Endamtîyê Bike

Raportorê Parlamana Ewrupa yê jibo Tirkîyê, Sanchez Amor dîyar kir ku rapora dawî ya ser Tirkîyê li komîteya peywendîyên derve bi dengdanê hatiye pejirandin.

Sanchez da zanîn ku ser raporê ti dengê dijber nehatiye dayîn.

Nacho Sanchez Amor


Komîteya Peywendîyên Derve yên Parlamana Ewrupa ragihand ku di rewşa niha de Tirkîye nikare dest bi danûstandinên endamtîyê bike.

Wê komîteyê dîyar kir ku peywendîyên YE û Tirkîyê divê li ser zemîneke din pêşve herin.

"Heta ku Tirkîye polîtîkayên xwe yên niha neguherîne ew nikare peyvajoya endamtîyê pêşve bibe. Divê Tirkîye bala xwe bide ser başkirina demokrasîyê, hiqûqê û rêzê li mafên mirovan bigire," raporê got.

Serokomarê Tirkîyê di rojên borî de gotibû ku ewê endamtîya Swêdê ya li NATO bipejirînin, lê ew dixwazin ku Enqere jî jibo endamtîya li YE’ê were pejirandin.

Rapora Komîteya Peywendîyên Derve yên Parlamana Ewrupa dîyar kir ku endamtîya li NATO û peyvajoya endamtîya li YE'ê ne girêdayî hevdu ne.

Jêder: Euronews