Parlamanterê AKP'ê Dibêje Ger Başak Demîrtaş Bibe Berbijar Wê Îmamoglu Têk Biçe

Xanima Demirtaç Başak Demirtaş û Parvîn Buldan

Parlamanterê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yê Amedê Galîp Ensarîoglu got ku ger Başak Demîrtaş li Stenbolê bibe berbijara bajarvanîyê ya DEM Partî hîngê AKP bi ser keve.

Ensarîoglu got ku ger Başak Demîrtaş li Stenbolê bibe namzeta Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ekrem Îmamoglu wê têk biçe û kandîdê AKP bi ser keve.

Ensarîoglu di bernameyeke KRT TV de dîyar kir ku Başak Demîrtaş bi daxwaza ser berbijarîyê gaveke girîng avêtiye.

‘’Xanim Başak bi xwe ne sîyasetvan e, hevjîna sîyasetvanekî ye. Hevjînê wî sîyasetvanekî baş e, lê ew bi xwe ne sîyasetvan e. Ew navekî sembolîk e. Hin caran hilbijartin di ser navên sembolîk re çêdibin.’’

Wî got ku herkes dizane ku Başak Demîrtaş nikare li Stenbolê bi ser keve, lê DEM Partî herî zêde dikare bi wê re dengên bilind bistîne.

Ensarîoglu bi bîr xist ku Selahattîn Demîrtaş li girtîgehê ye û gel wê jibo sempatî û mexdûrîyê dengê xwe bide Başak Demîrtaş.

Parlamanterê AKP’ê got ku ger Başak Demîrtaş li Stenbolê bibe berbijar wê Îmamoglu têk biçe û wê AKP li bajêr bi ferqeke mezin bi ser keve.

Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan do Yekşemê ragihand ku ewê li Stenbolê û li hin bajarên din yên li rojavayê Tirkîyê berbijarên xwe derxin.

Dogan li ser pirsên rojnamevanên yên derbarê Başak Demîrtaş dîyar kiribû ku ew jî di nav koma berbijaran de ye û ewê berbijarê Stenbolê heta 9’ê Sibatê ragihînin.

Di hilbijartinên 2019’an de, hilbijêrên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê dîtin, li Stenbolê li hember desthilata Erdogan piştgirî dabûn berbijarê CHP’ê Ekrem Îmamoglu û ew bi ser ketibû.

Jêder: X, KRT TV