Tirkîye ji Amerîka dixwaze ku ser piştgirîya xwe ya jibo çekdarên Kurd yên li Sûrîyê jinûve bifikire.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar dike ku ew dikarin operasyoneke nû ya dersînor çêkin.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan îro Duşemê ji Rojnameya Milliyet re got ku ew ‘’tim bi bîra hevbendên xwe yên Amerîkî dixin ku dawî li hevkarîya bi rêxistina terorî ya li Sûrîyê re’’ bînin.
Fîdan dîyar kir ku bi Amerîkîyan re danûstandinên wan yên ser vê mijarê zêdetir bûne û got ew dibînin ku Washington ji berê pirtir dixwaze ser vê mijarê danûstandinan bike.
Erdogan roja Înê got ku ewê bi Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump re ser vekişîna leşkerên Amerîkî biaxife û nîşan da ku hêzên Tirkîyê jibo herêmên nû yên ewle dikare êrîşên nû bibe ser bakurê Sûrîyê.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya Kurd ya Sûrîyê di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hevbenda serekî ya Amerîka ye, lê Enqere wê wek baskê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne û dibêje ku ew rêxistine terorîst e.
Tirkîyê, ku endama NATO ye, di salên dawî de gelek operasyonên dersînor birin ser YPG û ser zêdetir operasyonan gef xwarin.
Erdogan do Yekşemê got ku wan bi operasyonên dersînor li Sûrîyê herêmên ewle çêkirine û dîyar kir ku ew bi biryar in ku ‘’danûstandinên rêxistinên terorî’’ qut bikin.
Serokê Tirkîyê di mehên dawî de hewil da ku bi hevtayê xwe yê Sûrî Beşar Esad re jî danûstandinê bike ku peywendîyên wan 10 sal in qut bûne.
Enqerê meha Tîrmehê dîyar kiribû ku ew dixwaze Esad vexweîne, lê Şam bersîvê nade.
Esad dîyar kir ku hewildan bi ser neketine û got ku ew dixwazin leşkerên Tirk ji Sûrîyê vekişin.
Jêder: Reuters