Komîsyona peywendîyên derve ya parlamena Tirkîyê wê roja Sêşemê ser endamtîya Swêdê ya li NATO jinûve kom bibe.
Swêd û Fînlandîya sala borî piştî Rûsya Ukrayna dagir kir serî li NATO dan ku bibin endamên hevpeymanîyê.
Tirkîye, ku endama NATO ye, dîyar kir ku her du dewlet berevanîya wan koman dikin ku Enqere wek terorîst dibîne û helwesta xwe li dijî endamtîya wan ragihand.
Enqerê meha Nîsanê endamtîya Fînlandîya pejiraind, lê wê û Macaristanê erêkirina endamtîya Swêdê rawestandine.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan endamtîya Swêdê ya li NATO meha Cotmehê pêşkeşî parlamenê kir.
Komîsyona peywendîyên derve meha Mijdarê ser endamtîya Swêdê kom bû, lê danûstandin paş xist.
Jibo pejirandinê divê berê komîsyona peywendîyên derve endamtîya Swêdê erê bike.
Karbidestên Tirkîyê dibêjin ku endamtîya Swêdê ya li NATO û danûstandina Amerîka û Tirkîyê ya jibo firokên F-16 girêdayê hevdu ne.
Hin karbidest dîyar dikin ku Erdogan ji Serokê Amerîka Joe Biden soz girtiye ku ger Enqerê endamtîya Swêdê bipejirîne ewê Washington jî firokan bifiroşe Enqerê.
Rêvebirîya Biden piştgirîyê dide bazara 20 mîlyar dolarî, lê Kongres ser rewşa mafên mirovan yên li Tirkîyê ketiye fikaran.
Jêder: Reuters