Rêkeftina Duhokê ya di navbera TEV-DEM û ENKS'ê berî ku destpê bike bi nakokîyên partîyên ENKS'ê dilokime.
Li gorî wê peymanê di nav du mehan de divabe lêvegera sîyasî were ava kirin ku ji 30 nûneran pêk tê ku 12 jî para ENKS ye.
Bi mebesta dabeşkirina 12 kursîyan li ser partîyên ENKS, partîyên ENKS rojane dicivin, lê heta niha ev pirs çareser nebûye.
Civîna dawî roja Sêşemê hat lidarxistin û jiber ku li ser dumahîya mehekê partîyên ENKS nikarîbûn li hev bikin, pirsa dabeşkirina kursîyan birin civîna berfireh ya encûmenê ku roja Înê bicive.
Em ligel Sekreterê Giştî yê Partîya Yekîtîya Demokrata Kurd (Yekîtî) Muhyeddîn Şêx Alî, Serokê ENKS Tahir Sefuk û ronamevan Cîhad Derwîş peyîvîn ku nêrînên wan yên ser vê mijarê bizanin.
Your browser doesn’t support HTML5