Ofîsa ENKS ya li Rimêlanê Rastî Êrîşeke Hat

Yekşemê 10 Adarê derengî şevê ofîsa partîya PDKS li bajarokê Rimêlan bajarokê Dêrikê li rastî êrîşekê ve hat ku ew êrîş ji alîyê kesên ne nas pêkhat.

Di nava 3 rojên bûrî de, 3 ofîsên Encûmana Niştîmanî kurdî li Sûrîyê ENKS û partîyên wê li rastî êrîşên ve hat.

ENKS bi daxuyanîyekê PYD tawanbar dike ku alîgirên wê ew êrîş pêkanîn.

Di destpêka vê mehê de, ofîsa ENKS li Kobanî li rastî êrîşekê ve hat û piştî çend rojan, ofîsa ENKS li Amûdê, li rojavayê Qamişlo, rastî êrîşa duyemîn hat.

roja Înê jî ofîsa ENKS li Dêrikê li rastî xerakirinê ve hat.

Endamê komîta navendî ya PDK-S Hesen Remzî bi daxuyanîyekê ji bo Dengê Amerîka tekez kir ku PYDê berpirs e.

"ofîsên me liser destê gropeke bi ser PYD ve hat şewitandin, gelek ziyan gihandin van ofîsan, kelûpelên wê tev hatin şewitanidin. " Hesen Remzî got.

jêderekî di nava PYD de ji Dengê Amerîka ku ne xwest navê xwe eşkere bike idayên ENKS ret kir.

Wî jêderî got: "Ev pirs girêdayî Asayîşê ye ku lêpirsînê bike kî êrîş pêkanîne"

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) bi rêya daxuyanîyekê ser malpera xwe ya fermî weşand têde got wê lêpirsîn destpêkir ne.

"Wê lêpirsîn heya ku bighêje encaman wê berdewam be"daxuyanîya asayîşê got

Hesen Remzî Endamê rêveberîya PDK-S ku mezintirîn partîyê ENKS ye ji Dengê Amerîka tekez kir ku Rûdan dawî û êrîşên ser ofîsên wê bandoreke neyênî ser dîyaloga navxweyî ya kurdên Sûrîyê dike.

"Em dibînin ku ev kiryarên han dibin rêgir pêşiya yekrêzî û yek helwesta tevgera siyasî Kurdî li Sûriyê." Hesen Remzî got.

Çavdêr bawerdikin ku girjî û alozîya navbera PYD û ENSK bandorek mezin ser hilbijartinên şarederîyan ku birîyare di meha Nîsanê werin darxistin bike.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_03_11_2024_ENKS_Ofis