Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) biryar bû ku di 14’ê Mijdarê de bi beşdarbûna nêzî 160 endaman kongreya xwe ya çaran li Qamişloyê li dar bixista.
Lê, rêvebirên ENKS’ê ragihand ku hêzên ewlekarîyê yên girêdayî Rêvebirîya Xweser rê nedan endamên wan ku derbazî hola kongreyê bibin jiber ku destûr nehatiye sitandin.
“Me bi rêya şanderê Amerîkî, HSD weke garantora dîyaloga navxweyî agahdar kir û tevî vê gavê jî Asayîşê bi darê zorê rê li ber lidarxsitina kongreyê girt,” berpirsê ragihandina ENKS’ê Hesen Remzî ji Dengê Amerîka re got.
Wî da zanîn ku ewê bi şêweyên din kongreya xwe li dar bixin.
Dengê Amerîka jibo bersîva idayên ENKS’ê, peywendî ligel hêzên ewlekarîya hindurîn kir, lê heta amadekirina vê raportê ti bersîv wernegirt.
Rojnamevan Dilovan Çeto, ku yek ji vexwendîyên kongreyê bû, ji Dengê Amerîka re nerazîbûna xwe ragihand.
“Rêvebirîya Xweser pir caran rê daye ENKS’ê ku çalakîyên xwe li dar bixe, lê niha wê biryarê binpê dike û nahêle kongreya ENKS’ê li dar bikeve.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku ENKS di 26’ê Cotmeha 2011ê de hatibû damezirandin û ji 18 partî û rêxistinên Kurdî û hin kesitîyên serbixwe pêk tê.
Your browser doesn’t support HTML5