Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS ê roja Sêşemê 26ê vê mehê danê êvarê, daxwiyaniyek di derbarê bûyerên şawata Ofîsên xwe belav kir.
ENKSê di daxwiyaniya xwe de raste rast PYDê bi binpêkirinên dij ENKSê tewanbar kir û bang li Amerîka kir ku fişarê li PYDê bike ku dawî li binpêkirinan bîne.
Berpirsê Ragihanda ENKSê Hesen Remzî di derbarê vê daxiwyaniyê de ji Dangê Amerîka re got:
"Binbêkirinên PYDê û hêzên bi ser ve derbarê endam û nifîsgehên ENKSê de berdewamin, ev yek dê rewşa heyî aloz tir bike ".
Bi rêz Remzî di berdewamiya axaftina xwe de bang li gerantorê Amerîkî kir ku ku bi erkê xwe yê gerantoriyê rabe, û fişarê li PYDê bike ku kiryarên xwe rawqstînê.
Li gorî daxwiyaniya ENKSê ku Hemû binpêkirinên PYD bi armanca jinavbirina hewla Amerîka ya ji bo rakirina astengiyan li pêşiya diyaloga Kurdî ye.
Piştî ew êrîşên li ser Ofîsên ENKSê Eêzên Ewleakrîya Hundirîn daxuyanîk nivîskî weşand.
Li gorî daxuyaniyê Asayişê, ew êrîşên li ser ofîsên ENKSê binpêkirina yasayên Rêveberiya Xweser bi nav kir û bandorê li aramiya navçeyê dike.
Her wiha Asayişa Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de diyar kir ku komîteyên wê derbarê van êrîşan de dest bi lêkolînê kirine da ku êrîşker bên aşkerekirin û dadgehkirin.
Herwiha Asayişê ragihandiye ku hêzên wê tedbîrên ewlekarîyê ji bo ofîs û baregehên ENKS û partiyên wê tund kirine ji bo parastina wan ji çi êrîşekê ve.
li aliyekî din çavdêr dibêjin bi gurkirina şer ê li herêma kurdistanê aloziya di navbera ENKSê û PYDê de kurtir dike.