Li Tirkîyê Bihabûn Her Ku Diçe Zêdetir Dibe

Petrolxanek li Enqerê

Hatina payîzê li Tirkîyê zêdebûna bihayan jî bi xwe re anî. Di nav hefteya dawî de yek li pey hev bihayên sotemeniyê (mazotê û benzin) sedan 17 zêde bû. Di nava sala dawî de jî, rêjeya sotemeniyê sedan 270 zêdebûn çêbûye.

Pisporê aborîyê didin xuyakirin ku di bihayên hsotemeniyê da di nava saleke da, ji 40’î zêdetir gorankarî hatîye çêkirin. Bes di nav sê rojên dawî de jî bihayê sotemeniyê 4 lîra zêde bûye û 1 lîtreya mazotê derket 27 lîrayan.

Di sala 2021’an de yek lître mazot 7 lîrayan bû, lê di sala 2022 yan de berz bû bo 20 lîrayan û niha derketîye 27 lîrayan.

Bilindbûna bihayên sotemeniyê (herikşewatê) bandora xwe yekser li ser pîşesazîyê, cotkarîyê, sektora veguhastinê û gelek sektoran kirîye.

Aborînsa û hilberîner vê bilindbûna sotemeniyê yekser di bilindbûna bihayên hemû berhemên din ve girê didin. Ew amaje dikin ku, heke wiha dom bike, ev zivistan jî ji bo welatîyên Tirkîyê dê gelek dijwar derbas bibe.

16 mehe ku enflasyona Tirkîyê her ku diçe bilind dibe. Li gorî daneyên Sazîya Statîstîka Tirkîyê (TUÎK) di meha Îlonê de enflasyona salene sedan 83.45 bilind bûye. Lê sazîya sîvîl ya Gruba Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) vê rêjeyî sedan 186 dîyar dike.

Welatî li Bazrekî Enqerê

Pispor bilindbûna bihayên herikşewatê bi rêjeya enflasyonê ve dibestînin. Ew radigîhînin ku di bihayên Petrola Brent de daketin çêbe jî lê li Tirkîyê bihayê mazot û benzinê dîsa jî zêde bûye.

Bilindbûna bihayên herikşewatê yekser xwe li ser hemû berhemên xwarin û vexwarinê jî dîyar dike.

Çar meh berê 1 kîloya avabacanan (salçe) 25 lîrayan bû. Lê niha 1 kîlo salçe sedan 50 bilind bûye û bihayê wî derketîye 50 lîrayan. Wek vî di bihayê bacanên sor de jî himan zêdebûn çêbûye. Hima hima hemu berhemên keskatî, meywe û sewzeyan de jî ev bilindbûnî xwe dîyar dike.

Desthilatî angaşt dike ku sedema bilindbûna enflasyonê li ber hinceta pandemîyê ye û welatên derve ne.

Di rojên borî de Serokomarê Tirkîyê R. T. Erdogan ragihand ku ewê enflasyonê daxînîn xwarê. Lê piştî axaftina Erdogan, ji daketinê bêtir di bihayên her tiştî de zêdebûnî çêbû. Erdogan angaş dike ku sîyaseta welatên der yên li hemberî Tirkîyê bi awayekî dijminane ye û li jiber vê jî qeyraneke aborîyê heye. Ew amaje dikin ku ewê di dawîya vê salê de enflasyonê daxînin ji sedê 20%.

Lê opozîsyon di vî warî de wek desthilatîyê temaşe nake. Ew jî herî zêde bi birêvebirineke xirab ya desthilatîyê ve girê didin. Parlementerê CHP’ê Cengîz Gokçel, dide xuyakirin ku desthilat êdî ji civakê qutbûye û ji rewşa gel dur ketîye. Li gorî Gokçel, ev desthilat êdî pêkan nîne ku rewşa aboriyê rast bike.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Enqer; 09 10 2022