Vekirina Gorên Komî Yên Kurdan li Başûrê Îraqê

Hedar Zûbêr Barzanî û Jiyna Mustefa

Roja Sêşemê gorekî komî li başûrê Îraqê di rêûresmek taybet de hat vekirin, tê texmînkirin ku laşên di wê gorê de hatine dîtin yên Keç, Jin û zarokên Kurdan bin.

Di salên 80an ji sedsala bûrî, rejîma Sedam Husên li Îraqê di operasyonên bi navê "Enfalan" de, bi 10 hezaran Kurd wenda kirin, dihê gotin ku ew Kurdên wê di wan salan de hatine girtin li biyabanên başûrê Îraqê bi saxî hatin binax kirin.

Enfal, gorên komî Samawa

Piştî ketina rejîma Sedam Husên hêdî, hêdî gorên komî yên qurbaniyên Enfalan tên dîtin, roja Sêşemê 23 Tîrmehê, yek ji gorên komî yên li parêzgeha Mûsena, ku 100 kîlometran dûrî navenda bajarê Semawa ye, gora komî bi şêweke fermî hat vekirin.

Nûnerên hikûmeta Îraqê û parlamenter û hin saziyên mafên mirovan di merasîmê de beşdar bûbûn.

Pirsa gorên komî û çarenivîsa kesên wenda, herwiha anîn û diyarkirina nasnameyên qurbaniyan mijar bernama Hello Washington ya vê hefteyê ye.

Enfal, gorên komî Samawa

Berêz Hedar Zûbêr Barzanî, Cîgira Berpirsê Komîta Şehîd û Qurbanî û Girtiyên Siyasî di Parlamena Îraqê de, beşdarî di merasîmên vekirina gora komî de kirîbû, mêhvana bernamê ye û li ser pirsa vekirina gora komî, nasname û çarenivîsa yên wendayî diaxife.

Herwiha berêz Jiyan Mustefa Rêvebera Giştî ya Rêveberîya Şehdî û Enfalkiriyan li Parêzgeha Duhokê beşdarî bernam bû.

Your browser doesn’t support HTML5

Hello Washington 26 07 2019