EMA Destûr Dide Vaksîna Pfizer - BioNTechê ku bo Zarokên 12-15 Salî Were Karanîn

Sazîya Dermanan ya Ewrupa (EMA) destûr da vaksîna vîrusa korona ya Pfizer – BioNTechê ku ew bo kesên 12-15 salî jî were karanîn.

Di serê Gulanê de Kanada destûr dabû ku vaksîna Pfizer – BioNTechê bo kesên ji 12 heta 15’an were karanîn û piştî wê Amerîka jî biryareke wisa ragihandibû.

EMA dîyar kir ku ew encam piştî lêkolînên ser 2260 kesan çêbûye.

Li gor daxuyanîya EMA, 1005 zarokên vaksîn li xwe xistine bi nexweşîyê neketin, ji 978 zarokên ku vaksîna plasebo xwestine bi tenê 16 zarok nexweş ketine.

Karbidestên EMA dibêjin ku bandora vaksîna vîrusa korona ya li ser zarokan ji ya ser ciwanan erênîtir e.

Yekîtîya Ewrupa (YE) bo BioNTEch – Pfizerê, di navbera 2022 û 2023’yan de 1,8 mîlyar dolar vaksîn bistîne bo kompanîyan re peyman îmza kiribû.