Şiroveyên Elon Musk Yên Ser Partiya Tundrê AfD li Almanya Dibin Sedema Aloziyan

Elon Musk

Milyarderê Amerîkî Elon Musk di gotara şiroveyî ya mêhvanariyê ya rojnameya 'Welt am Sonntag' a Almanî de ku roja Şemiyê li ser înternetê hate weşandin piştgîrî dide partiya Alternatîf ya Almanî AfD.

Şiroveyên Musk ku bûn sedem ku edîtora beşa şîroveyeyan jiber protestoyan îstifa bike.

Di şîroveya ku bi Almanî ji hêla koma medyayê ya 'Axel Springer' ve hatî weşandin de, Musk hefteya borî li ser posta xwe ya li ser platforma medya civakî X'ê gotbû "tenê AfD dikare Almanyayê rizgar bike."

Musk got, “nîşandana AfD wek tundrewek rastgir şaşîyek zelale, bi taybet dema ku dibînî ku seroka partiyê Alice Weidel, ku kesek hevregezxwaze e, û partnera wê ji Sri Lanka ye! gelo ji kerema xwe bibîne ma ev mîna Hitler e?" Musk di perçeyeke şiroveya xwe de got.

AfD partiya Alternatîv Bo Almanya ku partiyeke rasgir ya tundrê tê dîtin, saziya îstixbarata navxweyî ya Almanyayê li ser asta neteweyî de ji sala 2021-an vir ve wekî dozek tundrewiyê ya gumanbar tesnîf kirîye.

Demek kin piştî ku ev beşa gotinên Musk li ser înternetê hate weşandin, edîtora beşa ramanê, Eva Marie Kogel, li ser Xê jiber şiroveya Musk ya di Welt am Sonntag de hatî weşandin îstîfa xwe ragihand.

Sernivîskarên rojnameyê Jan Philipp Burgard û Ulf Poschardt, ku di 1ê Çile de ji wê weşangeriyê berpirsin, ji Reutersê re got, "Demokrasî û rojnamegerî bi azadiya raderbirînê pêş dikeve. Ev tê de mijûlbûna bi helwestên polarîzekirin û tesnîfkirin wan ji aliyê rojnamevanî ve ye."

Rojnamê li jêr şiroveya Musk, şiroveya Burgard ser mijarê weşand û ku dibêje "destnîşan kirina Musk rast e, lê nêzîkatiya wî ya çareseriyê, ku tenê AfD dikare Almanyayê xilas bike, bi temamî şaş e," wî nivîsî, û behsa heza AfD ya derketina ji Yekîtiya Ewropî û hewildanên nêzîkbûna bi Rûsya û Çînê re jî nîşan da.

Partiya AfD piştevaniya Musk dike ji ber "Weberhênanên Wî yên girîng" li Almanya wî diparêze. Ev di demkê de ye ku Alman dê di 23ê Sibatê de deng bidin piştî ku hikûmeta hevbendiyê ya bi serokatiya Serokwezîr Olaf Scholz hilweşiya.

AfD di anketan de li Almanya di rêza duyemîn de cih digire û dibe ku bikaribe piraniya rastgirên navend yan çepgirên navend têk bibe û bibe piranî, lê partiyên Alman yên navend soz dane ku di asta neteweyî de, ew bo her piştgirî û hevparîya bi AfD re, dûr bikevin.

Jêder: Reuters