Çavdêrîya Sûrîyê ya jibo Mafê Mirovan (SOHR) dibêje ku koma çekdar ya bi navê El-Hemzat ku di 4'ê Nîsanê de du girên şûnewarî yên li başûrê bajarê Serêkanîyê, wêran kirine.
SOHR dîyar kir ku çekdarên koma El-Hemzet bi armanca talankirin û dizîya berhemên antîk û tiştên şûnewarî, her dû girên dîrokî –Til El-Deheb û Til El-Fixêriyê – li başûrê bajarê Serêkanîyê dikolin û vedidin.
Ev her cîh, warên herî kevnar yên heremê ne.
Endama komîteya penaberên Serêkanîyê Zehra Semo ji Dengê Amarîka re ser mijarê axifî.
Zehra Semo dibêje ku binpêkirinên ku ji alîyê komên çekdar ve li heremê têne kirin, di bin çavdêrîya Tirkîyê de pêk tên, ku Serêkanî niha ji hêla hêzên Tirk ve tê rêve birin.
Hejayê bîrxistinê ye ku artêşa Tirk û komên çekdar yên opîzyona Sûrî, ji 9'ê Cotmeha 2019'an vir ve, bajarê Serêkanîyê û Girêsipî kontrol dikin. Li wê herêmê piranî çekdaran koma Firqet El-Hemzat hene ku Tirkmen in.
SOHR dibêje ku koma çekdar ya El-Hemzat jî wek tevahîya komên çekdar yên din li heremê, fermanên xwe ji artêşa Tirk digire.
Hun dikarin li ser lînka jêr tevahîya raportê guhdar bikin.
Your browser doesn’t support HTML5