Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî Hate Berdan

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku li ser daxwaza serdozgerîya Bakirkoy a Stenbolê ve, ji alîyê polîsên dijî terorê ve hatibû binçav kirin, berê demeke kin hate berdan.

Tevî ku dadgehê berdana wî da, li Elçî qedexe kir ku here dervayê welêt.

Hêjayî bîrxistinî ye Elçî di bernameyeke televîzyona CNN Turk’ê de gotibû ku “PKK ne rêxistineke terorîst e" û jiber wan gotinên xwe rastî kempyneke dijî xwe hatibû.