Li nahîya Ehdas ya herêma Şehbayê peqînek çêbû ku li gor agahîyên destpêkê ew jiber peqîna şûşeyeke gazê qewimîye.
Di encama peqînê de xanî hilweşîn, hejmareke derbiderên Efrînîyên li cîhê bûyerê bûne qurbanî.
Berpirsê nexweşxaneya Avrîn, Dr. Osman Şêx Îsa derheqa qurbanîyan û rewşa birîndaran de agahî parve kirin:
“Di encama peqînê de 2 jin jîyana xwe ji dest dan, herwiha 4 ji wan jin, 8 kes jî birîndar bûn”.
Her di vê derbarê navên qurbanîyan wiha ne.
Birîndar): Fîdan Sebrî Çawîş (40), Mistefa Derwîş Cindo (52), Zeyneb Heyder Elo (33), Mihemed Hisên Mistefa (63), Ehmed Şêxo Wilo (42), Xatûn Hesen Hesen (42), Hemdo Faris Hemdo (50), Ezîze Ehmed Îsa (52)
(Kuştî): Cemîle Osman Mamo (77), Nizhet Seydo Seydo (45)
Li gor agahîyên ku Dengê Amerîka bi dest xistine, peqîn li komîngeha 7'ê ya nahîya Ehdasê, dema belavkirina nên ji gel re çêbûyeû şûşeyeke gazê li xanîyê komîngehê peqîye, banî hilweşîye.
Hêjayî bîrxistinê ye ku ta amadekirina vê raportê rakirina kavilan ji cîhê bûyerê didome.
Your browser doesn’t support HTML5