Hunermendê Kurd yê navdar Egîde Cimo, ku di nav gel de wek “Mîrê Bilûrê” dihat nasîn, di 87 salîya xwe de, li Yerevan a paytexta Ermenîstanê koça dawî kir.
Cimo, ku herwiha bi navê Apê Egîd jî dihat zanîn, di sala 1932’an de li Gundê Erdeşîrê ya Ermenîstanê hatîye dînê.
Malbata Cimo di dema Şerê Cîhanê yê Yekê de ji bajarokê Bêgirî (Muradîye) ya Wanê koçî Ermenîstanê dike û paşê jî li Tîflîsa Gurcîstanê dijî. Cimo ku bi eslê xwe ji eşîra Zîkurîyan e, di12 salîya xwe de dîya xwe hinda dike û sêwî mezin dibe.
Piştî mirina dayîkê, malbata Cimo careke din, berê xwe dide Ermenîstanê û ew li wir mezin dibe.
Evîna muzîkê hîn di temenê biçûk de ketibû dilê Cimo û wî di zaroktîya xwe de ji qamîşê bilûr çêkirine û bi wî avayî wî dest bi rêwîtîya hûnerê kiriye.
Cimo, di sala 1955’an de dest bi xebitîna di Radyoya Yerevanê de kir û hem jî di Enstîtuya Romanosa Melîkyan ya Muzikê perwerde dît.
Di sala 1967’an de Cimo, enstîtu qedand û heta 1995’an di Radyona Yerevanê de xebitî.
Hunermendê navdar û qedir giran Egîdê Cimo, di serpêhatîya xwe ya muzîkê de bi gelek hunermendên navdarên Kurdî re jî derketiye ser dikê û bi bilûra xwe ruh daye, stranên Aramê Tîgran, Şeroyê Biro, Karapetê Xaço û Aslika Qadir.
Wênegir Enver Ozkahraman, ku çend sal berê çûbû serdana Cimo, hestên xwe wiha bi me re parve dike:
“Jiber ku min ew naskirîye ez gelek bextewar im. Jibo me Kurdan hindahîyeke mezin e. Xwezî di jîyanê de em nirxê navdarên xwe bizanibin. Piştî ew mirin, em çi bikin vala ye.”
Li gor agahîyan, merasîma oxirkirina Cimo dê roja Yekşemê li Yerevanê pek were.
Your browser doesn’t support HTML5