Li Kampa Holê Du Keçên Misirî Hatin Kuştin

Dîmenek ji Kampa Holê li bakurê rojhilata Sûrîyê

Îro Sêşemê termên du keçên Misirî li nav li kampa Holê li rojhilata bajarê Hesekê hatin dîtin.

Jêdereke ewlekarî ji Dengê Amerîka re ragihand ku hêzên ewlekarîya navxweyî (Asayîş) termên her du keçan rakirin nexweşxaneyeke Hesekê. Li wir doktorên dadwerî sedema mirina wan vekolîn dikin.

Ti agahî derbarê nav û temenên van du keçan heta niha tunene.

Ev cara yekê ye di nav du mehan de ku bûyereke kuştinê li nav kampa Holê diqewime. Li gor hejmarên nefermî, nêzîkî 55 hezar kes li kampê dijîn ku di nava wan de malbatên çekdarên rêxistina DAIŞ'ê jî hene.

Li gor raportan, 28 hezar welatîyên Îraqî, nêzîkî 19 hezar welatîyên Sûrî û bêtirî 8 hezar welatîyên kesên bîyanî li kampa Holê hene.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), berî du mehan bi piştevanîya koalisyona navnetewî operasyoneke ewlekarî li nav kampa Holê pêk anîbû ku ku rê li ber tundûtûjîya kampê bigire.

Bûyera kuştinê ya dawî di 10'ê Îlona borî de bû, dema termê penaberekî Îraqî li kampê hatibû dîtin.

Çavdêr bawer dikin ku operasyonên ewlekarî givaştinê li şaneyên DAIŞ'ê dikin û tevgera wan pûç dikin, lê piştî demekê ew dîsa xwe bi rêxistin dikin û êrîşan pêk tînin.

Çavdêrê sîyasî Seed Delî bal dikşîne ku rewşa ewlekarî li kampê hîn jî pir xirab e û divê vegerandina Îraqîyan bi lezgînî were kirin ku kontrola ewlekarî li kampê asê bibe.

Neteweyên Yekbûyî dibêje ku ji destpêka sala 2021'ê ve bêtirî 100 kesan li nav kampê hatine kuştin.

Karbidestên HSD'ê û Rêvebirîya Xweser ya Bakurê Rojhilata Sûrîyê hergav bang li welatên cîhanê dikin ku welatîyên xwe ji Holê û kampên din vegerînin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Zana Omer_Kampa Holê