Peyvdarê leşkerî yê hêzên çekdar yên Misirê îro Yekşemê di daxuyaniyekê de ragihand, ku firokeyeke şer di dema rahênaneke leşkerî de ketiye xwarê, bêyî ku bibe sedema mirin û ziyanan.
Peyvdarî di berdewamiya daxuyaniyê de got: "Di çarçoveya pêkanîna çalakiya rahênanê ya hêzên esmanî de, roja Yekşemê, firokeyeke şer li yek ji cihên rahênanê di encama xeletiyeke teknîkî de ket xwarê, û karmendên wê bêyî ku ti ziyanekê bibînin li qada ku firoke lê ketî xwar sax rizgar bûne."
Lê Peyvdarê leşkerî hurgilî nedan, behsa cûrê balafirê, hejmara tîma karmendan û cihê bûyer lê pêkhatî nekir.