Serokê Misrê Hişyarîya Ku Herêm Bibe 'Bombeyeke Li Ber Teqînê' Dide

Serokê Misirê Ebdulfetah el-Sîsî roja Şemiyê hişyarî da li hember her berfirehbûna şer û pevçûnan li Xezayê, û got ku herêm dibe "bombeyeke li ber teqînê".

Wî her wiha got divê rêz li serweriya welatê wî were girtin piştî ku rê li firokeyên bê firokevan hat girtin dema ku roja Înê derbasî esmanê Misrê bûn.

Îsraîl roja Înê got ku ew bûye armanca dronên ku wê Hûsîyên Yemenê, ku Îran piştgirîya wan dike, bi avêtina wan tawanbar kir.

Artêşa Misirê ragihand ku dronên li bajarên Taba û Nuweiba yên Misrê li nêzî sînorê Îsraîlê ketin û di encamê de 6 kes birîndar bûn, ji başûrê Deryaya Sor derketin. Negot kê ew dron avêtine.

Sîsî di konferansekê de got, "Ew ji ku hatibe jî, min li ser berfirehbûna şer hişyarî da. Herêm dê bibe bombeyeke li ber teqînê ku bandorê li me hemûyan dike."

Wî got,"Misir welatekî serwer e û divê rêz li serwerî û pêgeha wê were girtin... Misir welatekî bihêz e û destdirêjî lê nabe."

Sîsî roja Şemiya borî lûtkeya aştiyê li dar xist û bang kir ku ji bo alîkariyên Xezayê destûr bê dayîn, rehîne bên berdan û di şerê Îsraîl û Hemasê de agirbest were ragihandin.

Çavkanî: Reuters