Wezîrê Derve yê Misirê jibo Beşdarîya li Merasîma Reîsî Diçe Tehranê

Wezareta Derve ya Misirê ragihand ku Wezîrê Derve Sameh Şukrî îro Çarşemê jibo beşdarîya li merasîma binaxkirina Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî serdana Tahranê dike.

Ajansa nûçeyan ya Tasnimê, ku li Îranê ajanseke nîvfermî ye, dîyar kir ku serdana Şukrî serdana pêşî ya wezîrê derve yê Misirê ya li Îranê ye.

Misir û Îran peywendîyên dîplomatîk didomînin, lê peywendîyên wan bi dehan sal in di girjîyê de ne.

Wezîrên derve yên her du dewletan Îlona borî li New Yorkê di hilcivîna Neteweyên Yekbûyî (NY) de kom bûbûn û Reîsî li Civata Giştî ya NY’ê gotibû ku danûstandina her du wezîran dikare rê li ber başkirina peywendîyan veke.

Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Abdulahîyan ku ew jî di ketina helîkopterê de tevî Reîsî miribû, serê vê mehê li Gambiya, dema hilcivîna Rêvebirîya Hevkarîya Îslamî bi rêberên Misirî re kom bûbû.

Rêberên Misirî û Îranî ser pêşvebirina peywendîyan rewişa Gaza û herêmê danûstandin kiribûn.

Jêder: Reuters