Misir Cezayê Zîndanê Dide 65 Kesên Îslamî

Dadgeheka Misrê 65 endamên gurûpa Biraderên Misilman a qedexe bi zîndanê cezakirin li dor axaftinên wan ên dijî dewletê.

Biryara dadgehê ya doh Şemiyê li bajarê Zegazîg ê Delta Nîl, her wiha 8 kes bêguneh dîtin.

Dozger dibêjin ev gurûp hate girtin li gel hin belavokên ku doza tundutijiyê dikin li dijî dezgehên dewlet û artêşê. Ji wê gurûpê 44 bi deh sal zîndan û yên mayî bi du salan hatin cezakirin.

Di serdema serokatiya Ebdulfetah el-Sîsî de, Misir helmetên herî dijwar dijî opozisyonê birêve birin.

Herî dawî, polîs serkirdeyê Îslamî EbdulMunêm Ebdulfetûh girt li dor girêdana wî ya li gel Biraderên Misilman.