Jêderên Misirî Dibêjin Danûstandinên jibo Agirbesta Gaza Wê Bidomin

Du jêderên ewlekarî yên Misirê îro Pêncşemê radigihînin ku Qahîre jibo agirbesta Gaza û berdana dîlên Îsraîlî hewildanên danûstandinan didomîne.

Li gor wan jêderên ewlekarîyê Misir jibo dîyarkirina dema nû ya hevdîtinan bi Îsraîlê re danûstandinê dike.

Misir, Qatar û Amerîka bi mehan e jibo agirbesta Gaza û berdana dîlan di navbera Hamas û Îsraîlê de danûstandinê dikin, lê carna ew danûstandin qut dibin.

Qahîre do Çarşemê hişyarî dabû ku ew jiber biserneketina danûstandinên berê û operasyonên Îsraîlê li Refahê dikare ji navbeynkarîyê vekişe.

Jêderên Misirî dibêjin ku karbidestên ewlekarî yên Îsraîlî do Çarşemê û îro Pêncşemê jiber navbeynkarîyê bi telefonê spasîya karbidestên Misirî kiriye.

Ew jêder dîyar dikin ku Misirîyan gotine ku ew dixwazin ji danûstandinên ser Gaza encamek derkeve û qebûl kirine ku ew jibo danûstandinên nû demekê dîyar bikin.

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu do Çarşemê piştî civîna kabîneya şer ragihand ku kabîneyê ferman daye ekîba danûstandinê ku jibo berdana rehîneyan hevdîtinan bidomîne.

Jêder: Reuters