Di 2020’an de Rewşa Mafê Mirovan li Efrînê Çi Bû?

Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê bi daxuyanîyekê bîlançoya rewşa mafê mirovan li Efrînê ya 2020’an ji bîragiştî re ragihand.

Bîlançoyê bi data û hejmar binpêkirin û zêdegavîyên komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve destnîşan kirin.

Di daxuyanîyê de hate eşkere kirin ku 400 hezar kes ji deverên Sûrî yên din li Efrînê hatine cîh kirin, herwiha 300 hezar şênîyên resen ji hatine koçber kirin.

Di bîlançoyê de ev kiryarên dijî mafê mirovan hatin belge kirin.

“58 kes hatine kuştin ku 9 jin wan jin in û 92 ji wan jin bi giştî 987 kes bi armanca sitandina fidye anku pereyan hatin revandin. Herwiha 29 peqîn çêbûne û di encamê de 170 kes hatine kuştin yan birîndar kirin.”

Li gor bîlançoyê, şênîyê Efrînê ne tenê rûbirûyê zêdegavî û binpêkirinan mane, lê şûnwar, zevî, mal û milkê gel jî ji wan hatine sitandin.

“50 cîhên dîrokî û şûnwaran hatin dizîn yan rûxandin. Pirtir ji 250 xanî ji alîyê çekdaran ve bi zorê ji xwedîyê wan hatine sitandin û hatine firotin. Herwiha 72 hezar darên zeytûnê hatine birîn yan hilkirin û komên çekdar dest danîne ser 90 hezar ton rûna zeytûnan.”

Îbrahîm Şêxo

Berdevkêrêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê parêzer Îbrahîm Şêxo got ku ji dema destdanîna Tirkîyê û komên çekdar li Efrînê rewşa mafê mirovan serûbin bûye û ew rewş di sala 2020’an de hîn xirabtir bûye.

“Em bang li hemû sazîyên navdewletî dikin û di serî de yên mafê mirovan, bila dakevin ser erdê û serdana Efrînê bikin da ku ji nêzve rewşê bişopînin û belge bikin. Divê kesên sûcdar werin pêş dadgehên navneteweyî û destê kê di xwîna gelê Efrînê de heye, were darizandin.”

Şêxo got ku divê kesên koçber vegerin cîwarên xwe.

Hêjayî gotinê ye ku nêzî 100 hezar Efrînîyên derbider li penageha Şehba dimînin û tevî zor û zehmetîyên derbiderbûnê ew dever bi berdewamî rastî topbaranê ji alîyê artêşa Tirk û çekdarên bi ser wê ve tê.

Herwiha çendîn sazîyên hiqûqî û Komîteya Lêkolînê ya Taybet bi Sûrîyê ku bi ser Neteweyên Yekbûyî ve ye, komên çekdar bi encamdana tawanên şer û tawanên li dijî mirovahîyê li Efrînê sûcdar kiribûn.

Raporta dawî ya komîteyê berpirsîya binpêkirina mafê mirovan xistibû sitûyê Tirkîyê jî.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_01_04__2021_Mafê_Mirov_Efrîn