Hevrêzîya Partîyên Sîyasî Guhertina Demografîk li Efrînê Protesto Dikin

Hejmareke partîyên sîyasî yên Kurd û Sûrî guhertina demografîk ku Tirkîye li Efrînê pêk tîne, bi daxuyanîyeke hevbeş şermezar kirin,

Daxuyanî bi navê Hevrêzîya Partîyên Sîyasî li Efrînê hate îmze kirin, ku ev partî tê de beşdar in, Partîya Yekîtî ya Demokrat ya Kurd li Sûrîyê (El-Wehdê), Hevbendîya Niştimanî ya Demokrat ya Sûrî, Partîya Sûrîya Paşerojê û Partîya Yekîtî ya Demokrat (PYD).

Di daxuyanîya hevbeş de bal hate kişandin ku Tirkîyê bi berfirehî demografîya Efrînê diguherîne, “Mal û zevîyên xelkê Efrînê tên desteser kirin, herwiha wargeh û mizgeft li gundên Êzdî tên ava kirin, bi armanca bi cikirina komên tundrê û malbatên wan ve”.

Her di daxuyanîyê de ku li penageha Şehba hate xwendin, helwesta herdu welatên kendavê Qeter û Kweyt hate şermezar kirin, ku fînansekirina guhertina demgografîk li Efrînê dikin.

Bêdengîya rejîma Sûrî jî li hember tişta li Efrînê diqewime hate şermezar kirin, ku ew tê wateya ku rejîm dixwaze Ereb û Turkmen li şûna Kurdan bên bicih kirin, loma ev dibe sedema dewamkirina alozîya Sûrîyê.

Hêjayî gotinê ye ji dema destdanîna Tirkîyê û komên çekdar li ser Efrînê 300 hezar gelê herêmê yên Kurd hatine koçber kirin, li gor raportên hiqûqî 400 hezar Ereb û Turkmen li şûna wan Kurdan hatine niştecî kirin, loma rêjaya Kurdan li herêmê ji 96% daketîya kêmtirî 25%.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_06_08_2021_Daxuyanî_Partîyên_Sîyasî_Efrîn