Efrînî di Salvegera Êrîşa Tirkîyê ya Ser Bajarê Wan de Derketin Kolanan

Di roja salvegera êrîşa artêşa Tirk li dijî Efrînê de, ku di 20ê Rêbendana 2018an de destpê kiribû, gelek pêşhateyên meydanî li Efrînê û li penageha Şehba qewimîn.

Doh danê êvarê careke din bajarê Efrînê ku di bin serdestîya Tirkîyê de ye, hate armanc giritin.

Li gor çavkanîyên agahdar artêşa Sûrî ji xalên li bakurê Helebê bi çend mûşekan navenda bajarê Efrînê topbaran kir, ku di encamê de gelek zirarên canî çêbûn.

Tora Afrin Post eşkere kir ku bi giştî 7 kes hatin kuştin, ji wan yek Kurdê Efrînî ye û yên din Erebên ku ji alîyê komên çekdar ve li herêmê hatine bicîh kirin in, herwiha nêzî 30 kesên din jî birîndar bûn.

Hemwextî vê êrîşa li ser bajarê Efrînê, artêşa Tirk ji bargehên xwe yên li Ezazê gundên navçeya Şêrewa û herêma Şehba topbaran kirin.

Topên artêşa Tirk li gundên Aqîbê, Bênê, Zaretê, Tinibê, Malkîyê, Elqemîyê, Şêx Îsa Dêrcemal û bajarokê Til Rifet ketin, di encamê de keçeke zarok birîndar bû herwiha pir zirarên madî çêbûn.

Ev topbarana artêşa Tirk di wextekê de pêk hat, ku bi hezaran derbiderên Efrînê derketibûn xwepêşanekê li navçeya Şêrewa, jibo şermezarkirina êrîşa artêşa Tirk û binpêkirinên li herêma wan diqewimin, herwiha daxwaza vegera cîhwarê xwe.

Her di vê derbarê de anku salvegera çarê ya êrîşa Tirkîyê li dijî Efrînê, şandekê ji derbiderên Efrînî yên li Şehba, Heleb û hêrêmên Rêvebirîya Xweser, hevdîtinek ligel seroka desteya cîbicîkar ya Meclîsa Sûrîya Demokratîk Îlham Ehmed pêk anîn.

Li gor daxuyanîya MSDê di hevdîtinê de tekezî li ser dawîkirina dagîrketîya Efrînê hate kirin, herwihar rawestandina sûc û binpêkirinên li herêmê diqewimin û misogerkirina vegereke ewle jibo derbiderên Efrînê.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_21_01_2022_Salvegera_Dagirkirinê