Rêvebirîya Xweser ya herêma Efrînê ku li Şehba karê xwe dike, bi bûneya salvegera şeşê ya damezrandina xwe daxuyanîyek da bîragiştî.
Di daxuyanîyê de ku bi herdu zimanên Kurdî û Erebî hate xwendin, bal li rewşa Efrînê berî destdanîna Tirkîyê hate kişandin, ku gelê herêmê bi aramî û ewlehî jîyan dikir.
“Tevî ku dewleta Tirk û çeteyên wê binpêkirin û sûcan rojane li ser mal û milk, dîrok û axa Efrînê dikin û ew bi raporên rêxistinên navdewletî yên wek Human Rights Watch tên piştrast kirin, gelê me girêdabûna xwe bi axa xwe re nîşan da.”
Daxuyanî herwiha dîyar dike ku Rêvebirîya Xweser di pêşkêşkirina xizmetguzerîyan jibo gelê ku hatiye derbider kirin de berdewam e.
“Tevî hemû zor û zehmetîyan, emê pêdivîyên bingehîn yên wek av, xwarin, perwerde û tendirustî ji derbideran re peyda dikin.”
Hevseroka Rêvebirîya Xweser ya Efrînê Şîraz Hemo ji Dengê Amerîka re got ku tevî hemî dijwarîyan ew xebatên xwe bi moralekî bilind didomînin.
“Tevî dorpêçkirina herêma Şehba û hebûna mayînan û êrîşên artêşa Tirk û çekdaran, lê em pêdivîyên jîyanî peyda dikin û bi rêxistinbûn û biryardarîya gel em astengîyan dişkînin.”
Hemo, derbarê pêşketina hêzên artêşa Sûrî li Îdlibê jî got ku koçberî ber Efrînê zêde bûye, herwiha çekdarên li wir di nava fikaran de ne.
Hemo dîyar kir ku ew jibo vegera Efrînê bi rijd in û jibo vê yekê jî danûstandinên wan bi Rûsya re hene ku navbênkarîyê di navbera wan û hikûmeta Şamê de dike.
“Em ji Rûsya dixwazin ku wek hêzeke xwedî bandor li ser hikûmeta Sûrî, bibe navbynkara danûstandinan di navbera me û Şamê.”
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Rêvebirîya Xweser ya herêmê Efrînê di 29ê Rêbendana 2014’an de hatibû ragihandin. Rêvebirîyê ji wê çaxê heta 2018’an bi serkeftî herêm bi rê ve dibir û Efrîn di warên cuda de geş bûbû û gel jî bi ewlehî dijîya.
Bi destdanîna Tirkîyê re ser herêmê û koçberkirina gel, Rêvebirîya ْXweser karê xwe li Şehba berdewam dike.
Your browser doesn’t support HTML5