25 Rêxistinên Sivîl Guhertina Demografîk li Efrînê Şermezar Dikin

25 sazî û rêxistinên sivîl yên Sûrî û Kurd bi daxuyanîyeke hevbeş guhertina demografîk ku Tirkîyê li Efrînê pêk tîne, şermezar kirin.

Di daxuyanîyê de bal li ser koçberkirina Kurdan ya bi darê zorê hate kişandin û hate gotin ku 300 hezar Kurd ji warên xwe derbider bûne.

“Herwiha 400 hezar Ereb û Tirkmenên ji deverên din li şûna Kurdan li Efrînê hatine bi cîh kirin,” daxuyanîyê got.

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê., Îbrahîm Şêxo ji Dengê Amerîka re got ku rêjeya Kurdan li Efrînê ji % 25 kêmtir bûye. Wî bi bîr xist ku berê % 96 nîfûsa herêmê Kurd bûn.

Îbrahîm Şêxo

“Di dema dawî de jibo cîhkirina wan Ereb û Tirkmenan wargehên nû tên ava kirin û ew pêvajo bi fînanskirina rêxistina Îxwan El-Muslîmîn tê kirin”.

Daxuyanîya hevbeş dîyar dike ku armanca Tirkîyê ji guhertina demografîk li Efrînê jinavbirina nasnameya wê ya Kurdî ye.

“Loma ziman, al û nîşaneyên Tirkî li ser herêmê tên ferz kirin, herwiha şûnwarên dîrokî tên dizîn û talan kirin û pîrozgehên Êzîdî jî tên rûxandin”.

Şêxo ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir ku bêdengîya xwe bişkîne û helwesteke xurt nîşan bide.

“Kiryarên li Efrînê diqewimin binpêkirina qanûnên navnetewî ne. Divê dawî li dagîrkerîya Tirkîyê were, koçber vegerin warên xwe, guhertina demografîk raweste û sûcdar werin ceza kirin”, Şêxo bi berdewamî got.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku raportên navnetewî û yên sazîyên hiqûqî Tirkîyê û komên çekdar yên girêdayî wê bi tawanên şer û yên dijî mirovahîyê li Efrînê sûcdar dikin.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_05_27_2021_Daxuyanî_Guhertina_Demografîk