Dirava ji Derve Tê Şandin Destekê Dide Efrînîyên Derbider

Efrînîyên derbider yên li penageha Şehba gelek astengî û zehmetîyan dijîn, çimkî dever dorpêçkirî ye û derfetên kar kêm in.

Di nava vê rewşê de, pir malbat dabara jîyana xwe bi diravên ku xizmên wan ji derve dişînin bi rê ve dibin.

Misto Efrînî, yek ji xwedîyên nivîsgehên şandin û veguhertina diravan dibêje ku malbatên kesên wan li derve tune bin nikanin dabara xwe bikin.

“Piranîya diravan ji welatên Ewrupa tên û ew ji malbatên xwe re dora 100 – 200 dolar pere dişînin ku bo mehekê dabara xwe bikin”.

Efrînîyên ji cîh û warên xwe hatine derxistin, îro hemî mal û milkên xwe ji dest dane loma gelek malbat li benda diravên ku ji derve tên in.

Hêjayî bîr xistinê ye ku penageha Şehba, di bin dorpêça hêzên rejîma Sûrî de ye û alîkarî û hawarçûn bi zehmetî digiheje deverê.

Dîsa, rewşa xirab ya derbiderên Efrînî jiber nizimbûna nirxê lîraya Sûrî û buhabûna tiştên li bazarê hîn çêtintir bûye.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_11_30_2021_Diravên_Derve