Di Adara 2018'an de û piştî nêzî du mehan ji topbaran û bombebarana artêşa Tirk bi ser gund û nahîyeyên Çîyayê Kurmênc de, êdî şer giheştibû dora bajarê Efrînê.
Wê çaxê bi sed hezaran kes ji neçarî derbider bûbûn û xwe li bajarê Efrînê girtibûn. Lê, nêzîkbûna şer û armancgirtina taxên navenda bajêr, ew dîsa neçarî koçberîyê kirin ku herin Şêrewa û herêma Şehba bû.
Di 16'ê wê Adarê de û li ser wê rêyê, anku rêya Kaşê Kîmarê, karwanê makîne û gelê derbider bi dehan kîlo metran li pey hev dirêj bûbûn.
Hingê rojnamevan Tîrast Cûdî jî tevî gelê Efrînê derbider bûbû û bi kameraya xwe gelek bûyerên xemgîn û biêş kişandibûn.
Cûdî ji Dengê Amerîka re qala wê rojê kir ku heta niha di bîra wî de zindî ye.
“Dîmena herî dilşewat ku heta niha mohra xwe di bîra min de hiştiye, wêneya kalemêrekî bû ku bi kincên xwe yên bixwîn, bi bêçareyî li kêleka termê lawê xwe sekinîbû ku di nav betanîyekê de peçandibû.
Cûdî got ku term yê ciwanekî bû ku di topbarana ser bajarê Efrînê de jîyana xwe ji dest dabû.
“Lê, jiber dijwarîya topbaranê malbatê nikanîbû wî bispêre axê, loma bav neçar mabû ku termê lawê xwe bi xwe re bibe.”
Cûdî bi bîr tîne ku ew roj weke roja mehşerê bû: baran dibarî, pir kes li ser pêyan hewl didan di nav hîm û kelemên Kaşê Kîmarê li Çîyayê Lêlûn re rêya xwe vekin û xwe bigehînin cîhekî ewle.
“Pir makîne û traktor tev barê lê hilgirtîbû gêr bûbûn û di gelî de hatibûn xwarê, kesên tê de jî jîyana xwe ji dest dabûn û kesekî nikanîbû dakeve wan bikşîne”.
Cûdî herwiha dîyar kir ku di rojên dawî ya berî koçberîyê de û di bin gurmegurma topbaranê de karmendên paqijîyê yên bajarvanîya Efrînê karê xwe didomandin.
Your browser doesn’t support HTML5