Binpêkirina mafê mirovan herwiha tevlihevîya ewlekarîyê li herêma Efrînê didomin.
Li gor jêderên hiqûqî û ragihandinê ku rewşa Efrînê dişopînin û belge dikin, di meha Tebaxê jimareke bûyerên wek girtin û revandina sivîlan qewimîne.
Komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve bi awayekî berbiçav 130 kes girtine û revandine.
Her li gor hatiye belge kirin, destdanîna ser mal û samanên Efrînîyan, sepandina bacê li ser wan, desteserkirin, birîn û şewitandina daran, herwiha dizî û talankirina şûnwaran, di meha borî de dewam kirine.
Herwiha avakirina komwargehan ya bi mebesta bicîkirina Ereb û Tirkmenan li Efrînê didome jiber ku Tirkîye dixwaze demografîya vê herêma Kurdî biguhere.
Di warê leşkerî de bûyera herî balkêş bombebarana Rûsî ji komeke çekdar re li gundê Îska bû, ku cara yekê ye ji sala 2018'an de, Rûsya çekdaran li Efrînê dike armanc.
Herwiha artêşa Tirk û komên çakdar bi awayekî berdewam di meha borî de gundên herêma Şehba û nahîya Şêrewa ku derbiderên Efrînî lê dimînin, topbaran kirin.
Jî alîyê xwe ve Hêzên Rizgarîya Efrînê (HRE) çalakîyên cuda di meha Tebaxê de lidar xistine.
HRE îdia dike ku di encama operasyonên şervanên wê de bi dehan leşkerên artêşa Tirk û çekdarên girêdayî wê hatine kuştin û birîndar kirin.
Your browser doesn’t support HTML5