Li Şêrewaya Efrînê Agir bi Baxçeyan Ket û 600 Hektar Zevî Şewitî

Li gundên devera Şêrewa ya Efrînê yên bin destê komên çekdar, ew hefteyek ku agirek veketîye û ew bê navber didome.

Şeva borî careke din agir bi zevî, baxçe û daristanên deverê ket û jiber bayê kûr, agir zêde bû û li sêgoşeya gundên Basilê, Aqîbê û Bênê fireh bûye.

Gundîyê deverê Îsa Omer got ku agir ji gundê Dêr Mişmişê destpê kir û di nava zevî û baxçeyên xelkê de belav bû.

“Şewat ji şeva çûyî de venemirîye û tirs heye ku ew hîn firehtir be çimkî hewa germ e û pûş û giya siq e. Rûbera ku hatiye şewitandin ji 600 hektar pirtir e. Gundî hewil didin ku bi alavên berdest yên wek sûtêrên avê û traktoran agir vemirînin.”

Omer bal dikşîne ku jiber çandina mayînan li deverê û nêzîkbûna wan ji gundên bin kontrola komên çekdar yên ser bi Tirkîyê karê vemirandina dijwar dikin.

“Em bi guman in ku agir ji alîyê çekdaran ve qastî anku bi mebest hatibe vêxistin, çimkî gundê ku agir lê destpê kir di bin kontrola wan de ye û wan ti hewildan jibo vemrandinê nedane.”

Hêjayî gotinê ye ku berî çend rojan agirekî mezin di navbera gundên Kîmarê, Beradê û Kibaşînê de vêketibû û jiber sekvanên komên çekdar, gundîyan nikanîbû nêzîk bibin û agir vemirînin.

Tora Afrîn Post ragihandibû ku agir 3 roj veketî mabû û bi hezaran darên zeytûnê şewitîbûn û herwiha 20 jenerator û bombeyên avê jî şewitîbûn.

Komîteya çandinê ya kantona Efrînê eşkere kir ku komên çekdar yên girêdayî Tirkîyê, ji dema destdanîna ser Efrînêe, 11 hezar hektar û 20 hezar dar şewitandine, herwiha 120 hezar darên zeytûnê birîne.

Herî dawî koma bi navê Firqet El-Hemzat li gundê Keferzîtê 200 darên zeytûnê yên welatîyê bi navê Ebdo Xilo birîbûn û xanîyê wî jî veguherandibûn navendeke leşkerî.

Li devera Cindirêsê jî çekdaran 2000 darên zeytûnê yên welatîyê bi navê Mihemed Elî Qesab şewitandibûn jiber ku wî nikanîbû 10 hezar dolar baca lê hatibû ferz kirin, bide çekdaran.