Êzîdîyên Efrînê Dibêjin Komkujîya Şengalê li Efrînê Didome

Exhibition of Sinjar Massacre in Shahba

Yekîtîya Êzîdîyên Efrînê jibo bîranîna komkujîya Şengalê pêşangeheke wêneyan li penageha Şehba vekir.

Di pêşangehê de tevî wêneyên komkujîya ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de hatibû serê civaka Êzîdî li Şengalê, wêneyên ji Efrînê jî hatin nîşandan.

Mustefa Nebo

Endamê nivîsgeha têkîlîyan di Yekîtîya Êzîdîyên Efrînê de Mustefa Şan Nebo derbara pêşangeh û bîranîna komkujîyê de dîyar kir ku, pêşangeh girêdanekê di navbera fermana li Şengalê bûye û tişta li Efrînê diqewime de, çêdike.

“Komkujî û kuştina li Şengalê çêbû li Efrînê heman tişt berdewam dike, loma me xwest ji cîhanê re bêjin ku civaka Êzîdî hîn li ser axa xwe rastî êrîş û tunekirinê tên”.

Hevseroka Yekîtîya Êzîdîyên Efrînê Ayşe Sîdo jî dîyar kir ku sûcdarên komkujîya Şengalê nehatine darizandin, ku helwesta civaka navneteweyî li hember vê dosyê fedok e.

Ayşe Sido

“Bi hezaran jin û zarok hatin kuştin, pirtir ji 80 gorên komî hene, lê hîn tu lêpirsîn yan dadgehkirin ji kujeran re çênebûye, rast e hin welatan ferman weke genocide nas kirin, lê gotin têrê nakin”.

Herwiha Sîdo îdîa kir ku Tirkîyê piştgîrya DAIŞ’ê di komkujîya Şengalê de kiriye.

"Tirkîye heta niha jî wan diparêze. Herêmên jêr destê wê de veguherîne wargeha bermahîyên DAIŞ’ê, ku li Efrînê heman kiryaran dikin”.

Suda Hiso

Berdevka Yekîtîya Êzîdîyên Efrînê Sûad Hiso bal kişande ser çarenivîsa jinên Êzîdî ku di komkujîya Şengalê de hatibûn revandin û ta niha ew hindayî ne.

“Tevî têkbirina DAIŞ’ê li Bagozê li ser destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), lê hîn çarenivîsa bi hezaran jinên Êzîdî nayê zanîn, pirtir ji 2600 jin hîn nayê zanîn çarenivîsa wan çi ye yan li kûderê ne, gelo hîn li bazaran tên firotin, ev êşeke mezin e”.

Hêjayî gotinê ye ku civaka Êzîdî komkujîya Şengalê weke “Fermana 74’an” bi nav dike, ku berê ev civak rastî 73 êrîş û komkujîyan hatiye.

Herwiha Êzîdîyên Efrînê ku piranîya wan ji cihûwarê xwe hatine derbider kirin û yên mayî di bin fişarê de dijîn, dest nîşan dikin ku tişta hatî ser wan berdewamîya fermana Şengalê ku komên tundrê yên bi ser Tirkîyê ve Kurdan û civaka Êzîdî li Efrînê dikin armanc.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_08_04_2022_Êzdî_Efrîn_Ferman_Şengal