Hevrêzkarîya Partîyên Sîyasî yên Efrînê ku li herêma Şehba kar dike, derbarê rewşa dawî ya Efrînê daxuyanîyek da bîragiştî.
Daxuyanîyê, Tirkîye bi hewildana rewakirina Heyet Tehrîr El-Şam anku Cebhet El-Nusra tewanbar kir ku rê ji wê re vekiriye ku derbazî Efrînê bibe.
Ser vê yekê endamê meclîsa giştî ya Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Esed Menan dîyar kir ku ev pêvajo di çarçoveya civînên Astana de pêk hatiye ku Şam û Enqere di nava danûstandinê de ne.
“Rêyek tenê li pêş Tirkîyê maye ku zerarê bighîne Rêvebirîya Xweser, ew jî destê xwe bide rejîma Sûrî ku ji mercên rejîmê ye ku Tirkîyê piştgirîya xwe ji komên çekdar yên opozisyonê re rawestîne, loma alternetîva Tirkîyê HTŞ û vekirina rê jibo wê ye,” Menan got.
Herwiha, daxuyanîyê helwesta rejîma Sûrî rexne kir û ji wê xwest ku nekeve xefika berjewendîyên Tirkîyê û fişarê li wê bike ku ji axa Sûrîyê vekişe.
Endamê komîteya navendî ya Partîya Demokratîk ya Kurdî ya Sûrî Mihemed Hemdoş di wê bawerîyê de ye ku armanca Tirkîyê ya sereke têkbirina Rêvebirîya Xweser e, loma HTŞ bi kar tîne.
“Tirkîyê pir hewil da ku Amerîka û Rûsya razî bin ku ew êrîş deverên din bike, lê wan çira kesk neda, loma îro Tirkîyê dixwaze bi rejîmê re li hev bike û jibo berjewendîyên xwe çekdaran bi kar bîne,” Hemdoş got.
Daxuyanîya Hevrêzkarîya Partîyên Sîyasî herwiha bang li civaka navneteweyî kir ku çareserîyeke sîyasî ji krîza Sûrîyê re bibînin û dawî li şer bîne.
Di vê derbarê de nûnerê Partîya Yekîtîya Demokratîk ya Kurd li Sûrîyê (El-Wahdê) Qehreman Efrînî got ku hebûna Tirkîyê di nav erdê Sûrîyê de alozîyê kûrtir dike.
“Armanca Tirkîyê parçeyêkê ji axa Sûrî dagîr bike û hebûna gelê Kurd binpê bike. Loma jî komên çekdar û yên îslama sîyasî bi kar tine. Em dibêjin hebûna Tirkîyê di nava Sûrîyê de ne rewa ye û divê ew hêzên xwe ji Sûrîyê bikişîne,” Efrînî got.
Hêjayî gotinê ye ku du hefte berê Heyet Tehrîr El-Şam, ku baskê El-Qaydê li Sûrîyê ye, ketibû herêma Efrînê û xwestibû berê xwe bide deverên din li bakur û rojhilata Helebê yên bin kontrola Tirkîyê û komên çekdar yên bi ser wê. Hin şîrovekar bawer dikin ku ew qewimandina dawî destpêka serdemeke nû ya di krîza Sûrî de ye.
Your browser doesn’t support HTML5