Çarenivîsa bi Hezaran Efrînî li Zindanên Komên Çekdar Ne Dîyar E

Roja 30ê Tebaxê weke Roja Cîhanî ya Qurbanîyên Hindakirina bi Zorê (International Day of the Victims of Enforced Disappear) tê zanîn.

Di vê rojê de hîn çarenivîsa bi hezaran Efrînîyan li girtîgehên komên çekdar, ku bi ser Tirkîyê ve ne, ne dîyar e.

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê Îbrahîm Şêxo dibêje ku hejmara girtîyan 8400 derbaz kiriye û sêyek ji wan jin in, herwiha bi sedan zarok jî hene.

Şêxî bal dikşîne ku ji wan girtîyan çarenivîsa pirtir ji 2000 kesî nayê zanîn.

"Pirtir ji 15 girtîgehan li Efrînê hene, piranî berê sazî yan dibistan bûn, ku kesên girtî li wan cihan tên desteser kirin. Girtîyên Efrînî li zindanên deverên derdora Efrînê weke El-Raî, Ezaz û Babê jî tên girtin, dîsa hin girtî jibo hundir Tirkîyê tên veguhestin û li bajarên weke Kilis, Dîlok û Hatay tên girtin."

Derbara serwerîya van girtîgehan de Şêxo îdia kir ku her tişt di bin çavdêrîya îstixbarata Tirk de tê kirin.

“Belge di dest me de hene ku li gelek girtîgehan efserên Tirk lêpirsînê dikin yan di bin fermana wan de êşkence li girtîyan tê kirin”.

Şêxo da zanîn ku her komeke çekdar zindaneke wê heye tê de kesên girtî û revandî vedişêre, ku malbat pereyan nedin nikarin çarenûsa xizmên xwe zanibin.

“Sûcên cuda û kiryarên nebûyî li kesên girtî tên kirin û di bin fişar, destdirêjî û êşkenceyê de lêpirsîn tê kirin, ku di pêkanîna givaştian de tu cudahîyê naxin navbera mêr, jin û zarokan. Li kêleka lêdan û êşkenceyê, xwarina girtîyan jî tê kêm kirin, herwiha derfeta berevanîyê jibo parêzeran yan serdana malbatê nayê dayîn, ev kiryar jî bi armanca veşartina çarenivîsa girtîyan tê kirin, helbet ev yek derbazdarî zindanên li hundir Tirkîyê ye jî”.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Komîteya Lêkolînê ya Taybet bi Sûrîyê ku bi ser Neteweyên Yekbûyî ve ye herwiha çendîn sazîyên hiqûqî dîyar kiribûn ku mafên mirovan li Efrînê tên binpê kirin, ku komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve bi encamdana sûcên şer û yên li dijî mirovahîyê tawanbar kiribûn.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_08_30_2022_Hindakirin_Efrîn