Xwepêşandana Derbiderên Efrînê li Dij Dorpêçkirina Herêma Şehba

Xwepêşandana li Dij Dorpêşkirina Herêma Şehba

Efrînîyên li penageha Şehba hatine koçber kirin, xwepêşandanek dijî dorpêçkirina deverê li dar xistin.

Xwepêşanderan berê xwe dan navenda leşkerî ya hêzên Rûsî û nameyek li ser navê karmendên tendirustîyê radestî berpirsên navendê kirin.

Her di vê derbarê de, karemendên sazîyên tendirustîyê daxuyanîyek dan bîra giştî û dest nîşan kirin ku rejîma Sûrî dever dorpêç kiriye û rê nade derman û pêdivîyên bijîşkî derbaz bibin.

Daxuyanîyê hişyarî da ku ev dorpêç rewşa saxlemîyê li deverê dixe metirsîyê, herwiha astengîyên derbiderên Efrînê jî zêde dike.

Li dor mijarê hevseroka meclîsa kantona Efrînê Zelûx Bekir dîyar kir ku, rê li pêş pêdivîyên gel û bi taybetî pêwîstîyên tedawî û dermankirinê hatiye girtin, loma gelek astengî derdikevin.

Bekir wiha domand û got, "Em dixwazin Rûsya fişarê li rejîmê bike daku dorpêça deverê rake, îroj nexweş hene nikanin jibo tedawîyê derbaz bajarê Helebê bibin, herwiha em dixwazin rê li ber sazîyên alîkarîyê were vekirin derbaz deverê bibin û destekê bibin derbideran."

Herwiha hin derbideran jî, nerazîbûna xwe anîn ziman, Botan Qasim helwesta xwe wiha dîyar kir û got, "Di her warî de zor û zehmetî hene, hemû pêdivî kêm derbazî deverê dibin, herî dawî jî derman pêre kêm bûne, nahêlin xelkê me herin Helebê jibo tedawîyê, dixwazin me ji vir jî bidin koçber kirin."

Ji alîyê xwe ve Emîne Mihemed wiha helwesta xwe dest nîşan kir "Em hatine pêş navenda Rûsî bêdengîya wê şermezar bikin, îro zarokên me nexweş dibin derman tune, ev çar sal in em di vê rewşê de ne, her ku diçe dijwartir dibe."

Hêjayî gotinê ye ku pirtir ji 200 hezar şênî li herêma Şehba dijîn, nîva wan derbiderên Efrînê ne, ku ji dema ew hatin koçberkirin de, sala 2018an piştî êrîşa Tirkî û ta niha, bi zor û zehmetîyên jîyanê re rûbirû mane, ku dever ne tenê dorpêçkirî ye, lê belê alîkarî û hawarçûn jî kêm in.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Efrînê 01 08 2021

Galêriya Wêneyên Xwepêşandanê

Xwepêşandan Koçberên Efrînî li Herêma Şehba