Bi pêşdeçûna hêzên Serokê Sûrî Beşar Esad bi hezaran sîvîl gundê xwe diterkînin û ber bi sînorê Tirkîyê ve direvin, lê heta niha Enqerê tixub venekiriye.
Hinek ji wan sîvîlan jî hewil didin ku herên Kantona Efrînê ku deverekî ewletir e. Tevî ku herêm ji berê de di bin dorpêçeke dijwar de ye Kurd dîsa jî derîyên xwe ji wan kesan re vedikin.
Endamê Rêvebirîya Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) Ahmed Araj ku li Ezazê ye agahîyên girîng li ser rewşa erdê dide.
Araj bang li civata navnetewî dike ku hember rewşa sîvîlên ku revîne, bê deng nemîne û Tirkîyê jî derîyên xwe ji wan re veke.
***
Bo guhdarkirina hevpeyvîna ligel Araj:
Your browser doesn’t support HTML5
***
Ev jî vîdyoraporta nûçegîhana me ya Efrînê Emîne Misto ye ku hatina sîvîlan nîşan dide ***
Your browser doesn’t support HTML5