Şandeya Lubnanî Serdana Efrînîyên li Şehba Kir

Bi vexwendina rêxistina jinan (Kongra Star) şandeyeke Lubnanî serdana penaberên Efrînê yên li Herêma Şehba kir.

Şandeya ku ji 4 parêzer û mafnasan pêk tê, li kampên penaberan gerîya û ji nêz ve rewşa mirovî şopand.

Endama şandê û seroka Kombenda Newroz ya Çandî û Civakî, Henan Osman got ku ew jibo piştgirîya gelê Efrînê hatine.

Henan Osman

Henan Osman

“Em bo piştgirîya gelê Efrînê û taybetî bo jinan li vir in, li kampan digerin da ku rewşa gel bişopînin û pêdivîyên wan dest nîşan bikin.”

Osmanbal kişand ku gelê Efrînê li ber xwe dide ku bikanibe vegere bajarê xwe, lê Tirkîye hewl dide ku doza Efrînê ji holê rake,” Henan dîyar kir.

Henan bi berdewamî got ku ew weke şandeke hiqûqnas û civaka sîvîl li hindurê Lubnanê, mijara penaberên Efrînê têxin rojevê.

“Divê gelê Efrînê vegere ser axa xwe û heta wê demê divê girîngî ji kempeynên di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî re were dayîn”.

Hêjayî bîrxistinê ye ku pirtir ji 150 hezar penaberên Efrînê li gund û kampên Herêma Şehba, di bin şertên dijwar de dijîn û alîkarîyên mirovî û rêxistinên hawarçûnê pir kêm xwedî li wan derdikevin.