Fermandarê YPG Ferhad Xelîl: Hewlên Vekirina Rêya Navbera Efrîn û Helebê Didome

Bajarê Efrînê

Piştî du salan ji qutbûna rêya sereke ya navbera Efrîn û Helebê, berî hefteyekê welatî ji ser taxa Şêx Maqsud ya bin kontrola YPG derbasî taxên di bin kontrola rêjîmê dibin.

Rêya ku tenê seetekê dirêj dikir, di demên dawî de bi qasî 15 seetan dirêjtir bûye û gelek dijwarî ji hemwelatîyan re çêkirîye.

Berdevkê fermî yê YPGê û berpirsê komîteya têkîlîyan, Ferhad Xelîl dibêje, tenê Cebhet el Nusra û alîgirên wê li dijî vekirina vê rêyê disekinin.

“Ti pirsgirêke me bi muxalefeta Sûrî re tune. Hewildanên me jibo vekirina rêya kin ya navbera Heleb û Efrînê hene jiber ku welatî ji vê rêya dirêj tangav dibin û rastî gelek astengîyan tên.”

Hêjayî gotinê ye, Heleb jibo gelê Efrînê gelek girîng e sebî ku karmend mûçeyên xwe ji wî bajarî digirin û pêdivîyên jîyanê ji wê derê peyda dikin.

Your browser doesn’t support HTML5

EM_11_12_15