Artêşa Tirkîyê bi Topan Êrîşî Efrînê Kir, Kuştî û Birindar Hene

Di encama êrîşên artêşa Tirkîyê yên ser gundê Sorkê ya herêma Efrînê de, 6 endamên Asayîşê û Hêza Erka Xweparastinê şeva Çarşemê hatine kuştin.

Karbidestên Kurd dide zanîn ku 10 kesên din jî di wan êrîşên topî yên artêşa Tirkîyê, li gundê Sorkê de birîndar bûne ku di nav wan de sîvîl jî hene.

Jêderên nexweşxanê dîyar dikin ku reng e hejmara kuştîyan zêde bin, jiber ku rewşa hin birîndaran pir giran e.

Your browser doesn’t support HTML5

EM_9_8_16_Sorke

***

Your browser doesn’t support HTML5

Êrîşên Artêşa Tirk yên ser Efrînê