Bi hatina demsala berhevkirina zeytûnan re li Efrînê, komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve, herwiha Ereb û Tirkmenên ku li herêmê bicîhkirî, dîsa dest datînin ser berheman.
Çalakvanê mafên mirov Îbrahîm Şêxo dîyar kir ku îsal jî mîna 6 salên borî, destdanîna ser mewsima zeytûnan bi rêbazên cuda yên wek danîna baceke bilind, dizîn û talankirin, astengkirina cotkarên Kurd ji çinîna berê zeytûnan, pêk tê.
“Cotkarên Kurd li hundirê Efrînê sebî ku bikanibin zeytûnên xwe berhev bikin, neçarî dayîna pereyên zêde yan bacên bilind dibin. Pir caran rêjeya bacê ji %50 berhemê derbaz dike. Komên çekdar dest danîne ser zevî û baxçeyên derbider û penaberan bi bihaneya ku ew alîgirên Rêvebirîya Xweser in. Wan bi sed hezaran darên zeytûnan destnîşan kirin ku êdî nabe xizim yan xwedîyên van daran nêzîkî wan bibin”.
Wezareta Xezîneya Amerîkî di meha Tebaxa borî de tole danîbûn ser her du komên çekdar “El-Emşat” û “El-Hemzat”. Li gor biryara cezayan, her du kom ku di nava “Artêşa Netewî” ya opozisyona Sûrî de ne, bi gelek sûc û binpêkirinên giran ji mafên mirov re li herêma Efrînê, hatine tawanbar kirin.
Di vê derbarê de, Şêxo da zanîn ku li Efrînê pirtir ji 15 komên çekdar hene û ew giştik mafên mirov binpê dikin, pir caran li ser dizîna mal û milkê gelê Efrînê pevçûn di nava wan de derdikevin.
“Berî çend rojan li nahîya Bilbilê dema Erebên li deverê bicîhkirî çûbûn nav zevîyekî ku zeytûnan bidizin pevçûn bi çekdarên koma El-Hemzat re derketibû, kesek hatibû kuştin û çend jî birîndar bûbûn. Koma Sultan Murad dest danîne ser gelek zeytûnên deverê ku xwedîyên wan derbider in û weke demane radestî El-Hemzat kirine”.
Hêjayî bîrxisitnê ye ku li Efrînê 18 mîlyon darên zeytûnê hebûn û berî ku Tirkîyê di sala 2018’an de herêm dagir bike, ew jêdera serekî ya dabara jîyana gelê wê herêmê bû.
Çalakvanên Kurd dibêjin ku berhema zeyt û zeytûnan di salên berhemdar de digiheşt 150 mîlyon dolaran û ew dirav jibo fînanskirina komên çekdar tê xerc kirin.
“Hikûmeta Demkî û Hemahengîya Netewî ya opozisyona Sûrî biryarek derxistibû ku nabe komên çekdar dest bidin ser zeytûnên xelkê, lê li ser erdê ev tişt pêk nehat. Talankirin û dizî, herwiha bacên bilind berdewam dikin, loma ew tenê weke hewldaneke sipîkirinê bû”, Şêxo got.
Şêxo herwiha bal kişand ku binpêkirin bi dizîn û talankirina berhema zeytûnan sînordar nabin, lê dar tên birîn û weke êzing tên firotin.
“Li Efrînê bi sed hezaran darên zeytûn û fêkî herwiha daristan ji alîyê çekdaran ve hatine hilkirin yan şewitandin,” Şêxo got.
Your browser doesn’t support HTML5