Komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve û malbatên wan ku li Efrînê cîhkirî ne, dîsa dest datînin ser berhema zeytûnan li vê herêma Kurdî.
Derbiderê Efrînî Nûrî H. ku li panageha Şehba dimîne û jiber gefa ewlehîyê li ser xizmên xwe yên li Efrînê nexwest navê xwe eşkere bike, got ku çekdarên koma "Firqet El-Hemzat" dest danîne ser 250 darên wî yên zeytûnê.
"Piştî derketina me ji Efrînê, min wekalet ji pismamê xwe re çêkir ku xizmeta darên min jî bi yên xwe re bike. Di salên borî de çekdaran ji sedî 30 ta 40ê berhema darên min weke bac ji pismamê min distandin, lê îsal wekalet betal kirin û dest danîne ser hemû daran û berhema zeytê jî," Nûrî H got.
Çalakvanê mafên mirovan Îbrahîm Şêxo jî îdîa dike ku komên çekdar di werza berhevkirina zeytûnan de fersendekê dibînin ku mal û milkê gelê Efrînê talan bikin.
“Lê, îsal binpêkirinên van koman ji salên berê berfirehtir bûne û ew jî derfetên jîyanê li Kurdan teng dikin û wan neçarî koçberîyê dikin ku demografîya herêma Çoyê Kurmênc biguherînin.”
Şêxo herwiha hin nimûneyên kiryarên çekdaran di werza zeytûnan de şîrove kir.
"Talankirin bi van rêyan tê kirin: berhema zeytûnan ji alîyê komên çekdar û malbatên wan ve tê dizîn, wekalatên kesên koçber hatine betalkirin û çekdaran dest danîne ser baxçeyên wan, bac jî li ser daran tê ferz kirin ji 5 ta 30 dolar li ser her darekê, herwiha rêjeyek ji berhema zeytê jî ne kêmtir ji sedî 7 li givaşgehan bizorê tê standin".
Hêjayî bîrxisitnê ye ku li Efrînê 18 mîlyon darên zeytûnê hebûn û berî ku Tirkîyê di sala 2018’an de herêmê dagir bike, ew jêdera serekî ya dabara jîyana gelê wê bû.
Aborîzan Çeleng Omer dibêje ku dahata salane ya berhema zeytûnan li Efrînê 150 mîlyon dolaran derbaz dike, lê piranîya vê dahatê li ser destê komên çekdar ji cotkarên Kurd tê dizîn û talan kirin.
Omer dibêje ku ev kom bi van pereyan xebatên xwe fînanse dikin.
"Komên çekdar salane bi rê û rêbazên cuda pirtir ji 100 mîloya dolar ji dahata berhema zeytûnan li Efrînê talan dikin. Dewleta Tirk berpirsyar e ku ew ne tenê rê li ber van binpêkirinan vedike, lê ew tê de beşdar jî, gava ku zeyta Efrînî derbazî Tirkîyê dibe û bi sextekarî weke berhemeke Tirkîyê jibo bazarên derve tê derfirotin", Omer got
Hin çalakvanên Kurd herwiha dîyar dikin ku komên çekdar herêma Efrînê di nav xwe de dabeş kirine, her komek li deverekê serdestîya xwe pêk tîne û pirî caran pevçûn di navbera van koman de dor destdanîna ser mal û zeytûmên gelê Efrînê derdikevin.
Tê zanîn ku ev kom di nava "Artêşa Netewî" de ne ku Tirkîyê piştgirîya wan dike, girêdayî hikûmeta demkî ya opozisyona Sûrî ne.
Derbara binpêkirinên van koman de û destdanîna ser berhema zeytûnan li Efrînê, me xwest ku helwesta Hikûmeta Demkî zanibin, lê wan bersîva pirsên Dengê Amerîka neda.
Your browser doesn’t support HTML5