Birûsk Hesekê: Eger Êrîş Bidomin "Eyn-Deqnê" Dê Dubare Bibe

fermandarê (YPG) Birûsk Hesekê - Efrîn

Di hevpeyvîneke taybet de bi Dengê Amerîka re, yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Birûsk Hesekê rewşa leşkerî li dora Efrîn û li Herêma Şehba herwiha şerê dawî yê li Eyn Deqnê qewimî şîrove kir.

Fermandarê YPG'ê diyar kir ku artêşa Tirk di şerê Eyn Deqnê de rasterast beşdar bûye, û armanca wan ew bû ku Kantona Efrînê û Herêma Şehba ji hevdu qut bikin.

Birûsk da zanîn ku ew ji şer re amade bûn û wan bersîveke tund dane êrîşkaran.

"Di şerê Eyn Deqnê de 30 kuştîyên çeteyan çêbûn, ji wan 5 leşkerên artêşa Tirk in, û laşê wan di destê YPG'ê de ye, herwiha 2 panzêr hatin rûxandin û qederk cebilxane hate desteser kirin", Birûsk ragihand.

Di derbara insîyatîva YPG'ê ya rasetkirina laşên kuştîyên Sûrî de Birûk got ku wan ev însîyatîv li gor pîvanên wan yên mirovî dane pêşkêş kirin û laşên kuştîya radstî heyva sor ya Kurd kirin û wiha pêde çû: "Weke çawa Tirkîye ev komên tundrê li Heleb xapandin ew wan dîsa jibo berjewndîyên xwe pêk tîne".

Birûsk helwesta Rûsî jî şîrove kir û da zanîn ku têkilîyên wan bi Rûsya re hene û her alîyekî alîkarî û destekê bide wan, ew pêşwazî dikin.

Birûsk pştgirîya gelê Efrînê jibo YPG'ê silav kir û got: "Em ê her li ser soza xwe bin di parastina axa Efrîn û Rojava de, û keng' dijmin êrîş bike ewê rastî şikinandinê were".

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvînek Taybet ligel Brûsk Hesekê, Fermandarê YPG'ê li Efrîn