Heyva Sor a Kurdî li Efrînê dibêje ji destpêka êrîşên artêşa Tirk û gurûpên opozisyona Sûrî li Efrînê, 78 zarokên bûne qurbanî, 24'an jîyana xwe ji dest daye û 54 jî birîndar bûne.
Hevserokê Heyva Sor a Kurdî li Efrînê Dr. Nûrî Qenber ji Dengê Amerîka re axivî û hûrbîniyên belgekirina ew pê rabûne bi dem û cih vegotin.
wî got:
"Dehan zarokan jîyana xwe ji dest dan yan birîndar bûn, gelek jî sêwî bûn, herwiha jîyana zarokan di şert û mercên xirab de didome çi derûnî yan tenduristî, ku li jêrzemîn û şikeftan dimînin".
Qenber bêdengîya rêxistinên navneteweyî rexne kir û da zanîn ku UNICEF ta niha ti raport derbara rewşa zarokên Efrînê dernexistine tevî agahdar kirina wan.
Hevserokê Heyva Sor got: "Çend caran komkujî derheqê zarokan de çêbûne, me ew belge kirine, ku zarokê herî biçûk jîyana xwe ji dest daye bi navê Kemal Kino yê 6 mehî ye".
Ji bo guhdarîkirina li axaftina Qenber fayla deng veke
Your browser doesn’t support HTML5