Bîlançoya Rewşa Mafê Mirovan li Efrînê di 6 Mehan de

Daxuyaniya Bîlançoya mafên mirov li Efrîn di 6 mehan de - Efrîn Herêma Şehba

Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê bi daxuyanîyekê ji bîra giştî re, bîlançoya rewşa mafê mirovan li Efrînê ya di 6 mehên borî de, ragihand.

Di bîlançoyê de binpêkirin û sûcên ji alîyê serdestê Tirk û girûpên çekdar yên bi ser Tirkiyê ve hatine kirin, bi hejmar hatin eşkere kirin.

Li gor bîlançoyê di bin êşkence û serdegirtinê de 35 kes hatine kuştin, di nav de 9 jin in û 13 jî zarok in, herwiha 303 kes hatine girtin û revandin di nav de 25 jin û zarokekî şîrmij hene.

Bîlançoya 6 mehan da zanîn ku 20 zîndan û girtîgeh li Efrînê hene, kesên girtî û revandî lê tên êşkence kirin, herwiha gelek ji wan jibo zîndanên deverên din û hindur Tirkîyê jî tê şandin.

Herwiha bîlançoyê eşkere kir ku dizîn û destdanîna ser mal û zevîyên şênîyên Kurd yên herêmê berdewam dike, ku pirtir ji 13 hezar darên zeytûnê hatine birrîn, 5 hezar dar jî hatine şewtandin.

Binpêkirin li ser şûnwar û cihên dîrokî jî hatine kirin, ku li 18 cihan hatiye kolandin û gencîneyên tê de hatine dizîn.

Dor bîlançoyê û berdewamîya binpêkirinan berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê Îbrahîm Şêxo ji me re axivî.

Peyvdarê Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê Îbrahîm Şêxo

Şêxo dîyar kir ku armanca Tirkîyê ji van kiryaran koçberkirina Kurdên li herêmê mane û da zanîn ku pêvajoya guhertina demografî li Efrîn û navçeyên wê derbazî qonaxeke nû bûye, ew jî avakirina komgehan jibo Ereb û Tirkmenên hawirde daku li herêmê bên bicih kirin.

Şêxo wiha pêde çû: “Metirsîyek mezin li ser nasnameya herêmê heye, îro 300 Kurd hatine koçber kirin, 400 hezar kes li şûna wan hatine bicih kirin, komgeh tên ava kirin, mal û mulkê Kurdan tê desteser kirin”.

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan bal kişande ser hewldanên Tirkîyê jibo nuximandina ser kiriyarên xwe, ku vê yekê bi rêya derbazkirina hin rojnamevanan dike, daku rewşê spî bikin û ji stûbarîya wê bidin alî.

Wî bêdengîya sazîyên hiqûqî rexne kir û ev helwest nîşan da: “Em bang li rêxistinên mafê mirovan yên navdewletî û alîyên têkildar dikin, destêwerdanê bikin, bila binpêkirin bên rawestandin, koçber vegerin cihwarê xwe, dagîrkerîya Tirkîyê li ser axa Sûrîyê bi dawî bibe û sûcdar li gor qanûna navdewletî bên ceza kirin”

Hêjayî bi bîrxisitnê ye ku rewşa mafê mirivan li Efrînê ji dema destdanîna Tirkî de li ser herêmê pir xirab bûye, gelek raportên hiqûqî girûpên çekdar bi encamdana tawanên şer û yên li dijî mirovahî sûcdar kiribûn.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Efrînê 11 07 2021