Herêma Efrine anku Çîyayê Kurmênc bi zengînîya xweza û jîngeha xwe navdar e, çi daristanên sirûştî yan jî bexçeyên dar û berên cuda, bi taybetî jî zeytûn.
Çalakvan dîyar dikin ku ji 6 salan û vir ve anku ji dema ku Tirkîyê herêm dagîr kiriye de, xwezaya Çîyayê Kurmênc rastî binpêkirinên berfireh tê, ku komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve bi mîlyonan darên sirûştî û yên biber hilkirine û rûberên fireh şewitandine.
Pisporê çandinîyê û daristanan, endezyar Memdûh Topal ji Dengê Amerîka re metirsîya demdirêj ya birîna daran li ser jîngehê şîrove kir.
"Herêma Efrînê ji berê de piranî daristan bûn, gelê wê demekê ew ajotin û veguherîn baxçeyên zeytûnan, lê dagirker û talankerên pêre daristanên mayî dibirin, loma zemîn tazî dibe ku ax dişimite û lat derdikevin, zerara vê yekê jî li ser jîngeh û xwezayê pir mezin e û demdirêj e".
Her di vê derbarê de û li gor raporteke berê ya rêxistina (Sûrîyên jibo Rastî û Dadmendîyê), darên 114 cîhên sirûştî li Efrînê bêserûber hatine birîn û şewtandin.
Herwiha malpera medyayî ya Sûrî (+963) îdîa dike ku ji sala 2018'an de mîlyonek û 500 hezar dar li Efrînê hatine birîn, ji wan nêzî 300 hezar darên zeytûnê ne. Herwiha ji sedî 43 rûbera daristanan hatiye çol kirin û bi mîlyonan darên sirtûştî bûne êzing û komir, ku li bazarên herêmên derdora Efrînê weke, Ezaz û Îdlibê tên firotin.
Çima ewqas zêdegavî derheqa jîngehê de li Efrînê tên kirin, çalakvanê jîngehê û endezyarê çandinîyê Henîf Reşîd dibêje nasmeya herêrêm tê armancgirtin.
"Ev kiryar bi awayekî sîstemetîk tên kirin, ku armanca Tirkîyê jinavbirina bîra komî ya vê herêma Kurdî ye, çimkî dar beşek ji nasnameya Çîyayê Kurmênc e, ku dar hene bi sed salan hatibûn parastin, lê ev darên temenê wan dirêj ji kokê de tên hilkirin, heriwha daristanên li çîyan û zeytûn jî bi me nehiştin", Reşîd got.
Henîf Reşîd ku binpêkirinên derheqê xwezaya Efrînê de belge dike, dîmenên ezmanî yên hin cîhên sirûştî ku darên lê hatine birîn bi Dengê Amerîka parve kirin.
Di dîmena ji kenara Gola Meydankê ye, tê de xuya dibe ku piranîya darên daristana li wî cîhî hatine birîn.
Dîsa, daristanên li nêzî gundê Çema yê nahîya Şera hatine birîn, ku tê îdîa kirin wargehên niştecîkirina malbatên komên çekdar li şûnê tên ava kirin.
Di dîmena ji gundê Kefercenê ye û yê zevîyekî rûbera wî 7.5 hektar bi darên zeytûnê hatibû çandin, tê xuya kirin ku ew zevî veguherîye bingeheke artêşa Tirk û darên lê hatine hilkirin. Herwiha rê nayê dayîn jibo gundîyan ku nêzîkî baxçeyên xwe yên derdora wê bingehê bibin.
Li ser encamên ku pêkane derkevin eger binpêkirinên derheqê xweza û jîngeha Efrînê de bidomin, endezyar Memduh Topal bîra xwe şîrove dike.
"Zarara ku bi xweza û jîngeha Efrînê dibe ji metodên Tirkîyê ye, ew vê yekê dikê daku kanibe gelê herêmê ji kokê de hilke û demografîya herêmê jî biguhere, ew li dijî ax, dar û xwezayê jî çi bi dest were dê bike, da ku nasnameya herêmê asmîle bike û çanda wê jî tune bike, ku gel jî jê re bibe kole".
Di 5'ê Hezîranê de ku Roja Cîhanî ya Jîngehê ye û tê de bal li girîngîya parastina jîyana hemû zindîweran li ser erdê tê kişandin, çalakvanên Kurd dibêjin ku xwezaya Efrînê hîn jî di bin gefê de ye.
Şeva çûyî li çîyayên Efrînê, Lêlûn û Hawarê, agirên pir mezin bi daristanan ketibûn, çavkanîyên xwecihî dane zanîn ku ew bi qest hatine vêxistin, ku ti derfet di dest gundîyan de jî tune ne agiran vemrînin.
Your browser doesn’t support HTML5