Çekdarên "El-Emşat" Êrîşî Jinên Gundekî Efrînê Kirin

Koma çekdar ya bi navê "Silêman Şah- El-Emşat" doh Yekşemê êrîşî xwepêşandaneke jinan li gundê Kaxurê yê nahîya Mabata li Efrînê kir û di encamê de çend jin birîndar bûn.

Bûyer çima û çawa qewimî, çalakvana sivîl Sozdar Rizgar ku ji gundê Kaxurê ye û niha derbider e, agahî bi Dengê Amerîka re parve kirin.

"KomaEl-Emşat ku kontrola deverê dike, 8 dolar bac li ser her dareke zeytûnê ferz kiriye û çi kesên nikanibin vê bacê bidin tên desteser kirin û rastî êşkenceyê tên. Loma ev yek bûye cîhê nerazîbûnê û gundî derketin xwepêşandanê ku pir jinên gund tê de beşdar bûn," Rizgar got.

Wê da zanîn ku xwepêşandan rastî lêdan û avêtina fîşekan ji alîyê çekdaran ve hat, di encamê de 4 jin û 2 mêr birîndar bûne.

"Herwiha çekdaran ji doh ve gund dorpêç kirine, tora internet qut kirin û çûnûhatin qedexe kirine."

Her di vê çarçovayê de çavkanîyekî xwecîhî ji nahîya Mabata ku ji ber sedemên ewlehîyê nexwest navê xwe eşkere bike got ku koma "El-Emşat" ji destpêka vê mehê de hejmareke mezin ya çekdaran anîne û li gundê Kaxurê bicîh kirine.

"Çekdaran dest danîye ser gelek xanîyên gund û malbatên xwe tê de bicîh kirine û vê dawîyê jî pir xanî di nava gund de veguherîne navendên leşkerî. Hefteya borî piştî ku çekdaran dest danî ser xanîyê welatîyê bi navê Şêxo Evdik Ebo, ew rastî krîza dil hat û canê xwe ji dest da," wî jêderî got.

Koma çekdar "Silêman Şah" anku "El-Emşat" beşek ji "Artêşa Netewî ya Sûrî" ye ku Tirkîyê piştgirîya vê artêşê dike û ew girêdayî "Hikûmeta Demkî" ya "Hemahengîya Niştimanî" ye ku weke sîwana sîyasî ya vê artêşê û komên çekdar tê zanîn.

Cîhê bîrxistinê ye ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî sala par ceza li ser koma "Silêman Şah" û koma "Firqet El-Hemzê" û rêberên wan danîbûn, ku ew jiber sûc û binpêkirinên giran ji mafên mirovan re li Efrînê berpirsyar in.

Herwiha, Komîteya Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî ya Taybet bi Sûrîyê di raporta xwe ya dawî de ku çend roj berê pêşkêşî Civata Mafên Mirovan ya NY kir, komên çekdar yên "Artêşa Netewî ya Sûrî" û di nav de "El-Emşat" bi encamdana sûcên şer li Efrînê tawanbar kir.

Lêkoler di Rêxistina Sûrîyên jibo Rastî û Dadmendîyê de Ahmed Qitmê balê dikşîne ku tevî raportên sazîyên mafên mirovan yên derbarê sûc û binpêkirinên çekdarên opozisyona Sûrî de, herwiha cezayên li ser wan, lê ew di van kiryaran de berdewam dikin, çimkî Tikrîyê piştgirîya wan dike.

"Heta ku hêzên navdewletî, Amerîka dibe yan jî Rûsya, bi vê hêsanîyê danûstandin ligel van komên çekdar dikin, ewê di binpêkirin û kiryarên xwe de berdewam bikin, ji kuştin, lêdan, êşkence, girtin, revandin û talankirinê. Jiber ku ev komên çekdar yên ajendeyên Tirkîyê li Sûrîyê pêk tînin, dibînin ku ti alî bi rijd li hemberî wan ranaweste", Qitmê got.

Her di vê derbarê de, hevseroka Desteya Karên Derve di Xweserîya Demokratîk ya herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê Îlham Ahmed li ser platforma X bûyera li gundê Kaxurê şermezar kir û got ku Tirkîyê weke hêzeke dagîrker jê berpirs e.

Ji alîyê xwe ve Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) bi daxuyanîyekê sûc û binpêkirinên komên çekdar şermezar kir.

ENKSê ku di nava "Hemahengîya Niştîmanî" ya opozisyonê de ye, ev kiryar weke sûcên li dijî mirovahîyê binav kirin û banga destêwerdanê li civaka navnetewî kir jibo rawestandina sûcên komên çekdar li Efrînê, herwiha ji Tirkîyê bi taybetî xwest ku bi rola xwe rabe çimkî herêm bin serdestîya wê ya leşkerî û rêvebirî de ye.

Hêjayî gotinê ye ku me hewilda helwesta "Hikûmeta Demkî" derbarê tawanbarkirina komên çekdar bi sûc û binpêkirina mafên mirovan re zanibin, lê wan bersiva pirsên Dengê Amerîka neda.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_09_16_2024_Gunde_Kaxure_Efrin_Emsat