Hello Washington: Guhertina Demografîya Efrînê

Li Adara 2018an grûbên çekdar yên opozisyona Sûrî bi alîkariya arteşa Tirkiyê bajarê Efrîn û herêmên dewrûber kontrol kirbûn û ji destên şervanên Kurd yên YPGê û YPJê deranî bû.

Piştî salekê Komîta Serbixwe ya Netewên Yekgirtî raporta xwe ya salane weşand û di raportê de hatîbû nivîsandin ku, li Efrînê tiştên hatine kirin "Tawanên Cengê" ne û dabû diyar kirin ku nêzî 160 hezar kes ji mal û warên xwe derketine û koçber bûne, herwiha dabû zanîn ku serdestên herêma Efrînê û grûbên çekdar, kesan di revînin, eşkence didin û wan dikujin, ev jî "tawanên cengê" ne.

Husên Nasso Parêzvan

Çavkaniyên navxweyî jî didin zanîn ku nêzî 300 hezar Kurd û hin kemaniyên din ji sedema girtina Efrînê koçber bûne, hejmarek ji wan çûne welatên Ewrûpa û Herêma Kurdistana Îraqê lê piraniya wan li herêma Şehba di kampan de dijîn.

Piştî sal û nîvan ji girtina Efrînê, niha behsa herêma Ewle li rojhilatê Firatê tê kirin, bi taybet piştî Lihevhatina Amerîka û Tirkiyê, ya di hefetya derbaz bûyî de xelkê herêmê ditirse ji sedema hatina leşkerê Tirkiyê bo wê herêmê 100 hezaran kesên din ji mal û warên xwe koçber bibin.

Husên Hebeş, Helbestvan û Nivîskar

Bernama "Hello Washington" jibo ku pirsa guhertina demografî ya Efrînê gotûbêj bike, her du hêja Husên Nasso Parêzvan û Endamê Komîta Rêveber ya Desteya Yasayî ya Kurdî û berêz Husên Hebeş Nivîskar ji Almanya bi rêya telefonê danûstendinên li ser vê mijar encamdan û guhertina Demografîya Efrînê û aloziyên li herêmê nirxandin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hello Washington 16 08 2019